Pîrozbahiyên Newrozê yên li Qoser, Stewr, Mûş û Agiriyê hatin taloqkirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Pîrozbahiyên Newrozê yên li Qoser, Stewr, Mûş û Agiriyê ji ber barîna baran û berfê hatein taloqkirin. 

 
Newroza îsal bi dirûşma “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” li zêdetirî 50 navendan tê pîrozkirin. Li gelek cihên ku dihat payîn îro Newroz lê were pîrozkirin, ji ber şert û mercên hewayî pîrozbahî hatin taloqkirin. 
 
MÊRDÎN  
 
Pîrozbahiyên Newrozê yên navçeyên Qoser û Stewrê yên Mêrdînê, ji bo dîrokeke pêş hate taloqkirin. Qadên pîrozbahiyan ku ji şevê din ve dihatin amadekirin, gerên avê çêbûn û tê payin ku barîn di tevahiya rojê de bidome. Roja pîrozbahiyan dê di rojên pêş de bê aşkerakirin. 
 
MÛŞ
 
Dihat payin ku îro li Cadeya Stasyonê ya navenda Mûşê jî Newroz were pîrozkirin. Lê ji ber barîna befê, pîrozbahî hate betalkirin. Komîteya Amadekar a Newrozê, bi daxuyaniyekê ragihand ku Newroz taloqî rojên pêş hatiye kirin. 
 
AGIRÎ
 
Li Agiriyê jî dê îro li Bazara Samanê pîrozbahiya Newrozê were lidarxistin. Lê ji ber barîna berfê û bagerê, pîrozbahî hat taloqkirin. 
 
Nûçeyên Têkildar
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin

Pîrozbahiya Newrozê ya Şirnexê ku bi deh hezaran kes tev li bû, bi gerandina govendê bi dawî bû. Piştî pîrozbahiyê jî meşeke girseyî hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin.

Newroza Wanê bi dawî bû
Newroza Wanê bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Wanê ku tevî hewayê sar û baranê jî bi beşdariya sed hezaran hat lidarxistin, bi dawî bû.

Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê
Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê

Wanê, îsal şahidiya yek ji Newrozên herî qelebalix kir. Tevî hewayê sar û baranê jî bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Qad tije bû û coşa Newrozê zêde bû.

Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû
Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Stenbolê ku bi sed hezaran kes tev li bû, bi stranên Koma Amedê bi dawî bû.

Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Kurdên li Konyayê ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê kom bûn, Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz kir. Li qada Newrozê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.