Mêrsîn xwe ji bo Newrozê amade dike

Parve bike:

MÊRSÎN - Welatiyên xwe ji bo Newroza Mêrsînê amade dikin, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî kir û banga tevlibûna Newroza ku dê di 22’yê Adarê de bê lidarxistin kirin. 

 
Newroza îsal a Mêrsînê dê di 22’yê Adarê roja yekşemê de li Qada Mitîngê ya Tirmilê bê lidarxistin. Ji bo pîrozbahiyê demekî kin ma û ruhê Newrozê li bajar serwer e. Ji Akdenîzê heta Toros, Tarsus û Bjarê Nû, li gelek tax û navçeyan pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin. Piraniya beşdaran jin û ciwan in. Daxwaza sereke ya beşdaran jî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ye. 
 
Welatiyên tev li pîrozbahiyên Newrozê bûn, diyar kir ku Newroz roja rizgariyê ya gelê Kurd e û di serî de Newroza Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd pîroz kirin. Welatiyan, hêvî kir ku Newroza îsal bibe Newroza aştî û demokrasiyê. Silavên xwe ji Îmraliyê re şandin û hemû kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Welatiyan, banga tevlibûna pîrozbahiya Newrozê ya 22’yê Adarê kirin. 
 
MA / Abdulkadîr Ayten        
Nûçeyên Têkildar
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin

Pîrozbahiya Newrozê ya Şirnexê ku bi deh hezaran kes tev li bû, bi gerandina govendê bi dawî bû. Piştî pîrozbahiyê jî meşeke girseyî hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin.

Newroza Wanê bi dawî bû
Newroza Wanê bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Wanê ku tevî hewayê sar û baranê jî bi beşdariya sed hezaran hat lidarxistin, bi dawî bû.

Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê
Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê

Wanê, îsal şahidiya yek ji Newrozên herî qelebalix kir. Tevî hewayê sar û baranê jî bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Qad tije bû û coşa Newrozê zêde bû.

Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû
Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Stenbolê ku bi sed hezaran kes tev li bû, bi stranên Koma Amedê bi dawî bû.

Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Kurdên li Konyayê ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê kom bûn, Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz kir. Li qada Newrozê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.