Ji meteorolojiyê hişyariya barînan

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi koda zer hişyariya barînan kir. 

 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora xwe ya rewşa hewa ya 15’ê Adarê ragihand. Li gorî raporê, li bendê ne li herêmên Behra Spî û Behra Reş baranên zêde bibarin. Ji bo 19 bajarên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi koda zer hişyarî hate kirin. 
 
Li bendê ye ku li bakurê Kurdistanê barînên zêde bibarin. Midûriyetê got ku dê li Çewlig, Bedlîs, Mûş, başûrê Wanê, Colemêrg û Şirnexê û derdora van bajaran şilope û li cihên bilind jî berf bibare. 
 
Nûçeyên Têkildar
Ji bo gelek bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir
Ji bo gelek bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir

Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê bi koda zer hişyariya barînan kir û xwest welatî tevdîrên xwe bigire.

Li Rihayê Meclisa Ekolojiyê hate avakirin
Li Rihayê Meclisa Ekolojiyê hate avakirin

Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê bi çalakiyekê damezirandina xwe ragihand.

Şaredariya AKP'î zeviya avî da ber îmarê
Şaredariya AKP'î zeviya avî da ber îmarê

Sekreterê ÎKK ê Çewligê yê TMMOB'ê Canfîdal Boldaş ku bertek nîşanî biryara Şaredariya Çewligê ya AKP'î da ku erdê avî da ber îmarê, bilêv kir ku ev li zeviyên avî yên li herêma erdhejê xetere ye.

Lengergeha li cihê hêlinên çûkan hatiye çêkirin bandoreke neyînî li populasyona çûkan dike
Lengergeha li cihê hêlinên çûkan hatiye çêkirin bandoreke neyînî li populasyona çûkan dike

Lengergeha li qeraxê Gola Wanê li herêma hêlînên çûkan hatiye çêkirin, bandoreke neyînî li ser populasyona çûkan dike. Ji ber çêkirina lengergehê hêlînên çûkan texrîb bûn û tê gotin ku vê jî kir ku populasyona çûkan kêm bibe.

Cendirmeyan êrişî gundiyên ku li dijî çêkirina GES'ê rabûn kirin
Cendirmeyan êrişî gundiyên ku li dijî çêkirina GES'ê rabûn kirin

Cendirmeyan bi cop, guleyên plastîk, ava şid û gaza îsotan êrişî şêniyên gundê Arzoxlî yê navçeya Sûrê kirin ku naxwazin li mêrga wan GES bê çêkirin.