Partiyên sosyalîst ji bo guhertina mercên Ocalan bang kirin

Parve bike:

ENQERE - Nûnerên SOLDEP, YSP û SYKP’ê diyar kirin ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş ve biçe, gava ewil ew e ku  ji bo Abdullah Ocalan mercên azad bên amadekirin.

 
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîstan (SOLDEP) Denîz Can Aydin, Hevberdevka Giştî ya Partiya Çep a Kesk (YSP) Dîdem Betul Goçer û Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz, der barê şert û mercên "xebat û jiyana azad" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn. Nûnerên partiyan anîn ziman ku ji bo pêşveçûna pêvajoya muzakereyê, mercên azad ê Abdullah Ocalan pêwîst e.
 
‘ALIYÊ WÊ YÊ HIQÛQÎ TÊ NÎQAŞKIRIN’
 
Serokê Giştî yê SOLDEP’ê Denîz Can Aydin diyar kir ku ligel Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, mijara ‘mafê hêviyê’ dîsa ketiye rojevê. Aydin anî ziman ku piştî rakirina cezayê darvekirinê, cezayê nêzî 1400 girtiyan veguherî "muebeda giran" û ev yek hêviya tehliyeyê ji bo girtiyên siyasî ji holê radike û ev tişt got: "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku jiyana girtiyekî ya bêyî hêviya derketina ji girtîgehê, binpêkirina xala 3’yemîn a qedexeya îşkenceyê ye. Rewşa Girtîgeha Îmraliyê du alî ye: Yekemenîn, pêkanînên li wir ji girtîgehên din cuda ne. Duyemîn, rewşa fîzîkî ya girtîgehê ye. Hevdîtinên malbat û parêzeran jixwe ji ber dûrbûna giravê sînordar in û ev yek tecrîdekî fîzîkî derdixe holê. Nîqaşên li ser aliyê hiqûqî yê vê rewşê demekî dirêj e berdewam dikin."
 
Aydin anî ziman ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Dewlet Bahçelî, Abdullah Ocalan wek muxatab nişan daye lê Ocalan di mercên tecrîdê de ye û wija pê de çû: “Heke têkoşînek ji bo aştî û demokrasiyê were meşandin, divê şert û mercên muzakerevanê ku dewletê jî qebûl kiriye, adil û wekhev bin. Divê Ocalan bikaribe têkiliyê deyne, bi rojnamegeran re bicive. Ji bo vê, pêdivî bi verastkirinekî zêde tune ye, tenê divê xala 90’emîn a Destûra Bingehîn û biryarên DMME’yê werin sepandin. Ev jî tê wateya bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna qanûna mafê hêviyê.”
 
‘DIVÊ ASTENGÎ WERIN RAKIRIN’
 
Hevvberdevka Giştî ya YSP’ê Dîdem Betul Goçerê jî diyar kir ku rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji rakirina astengiyên li pêşiya girtiyên siyasî yên ku dixwazin polîtîkayê bikin re derbas dibe û wiha axivî: "Rakirina astengiyên li pêşiya Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî pir girîng e. Heta ku tecrîda siyasî û civakî neyê rakirin, pêvajo bi pêş nakeve. Divê dewlet dev ji polîtîkayên tecrîdê berde. Divê rêya hevdîtina bi Ocalan re were vekirin. Rojnameger, nivîskar, rewşenbîr û nûnerên saziyan divê rasterast bi wî re hevdîtinê bikin. Hêza muxalefeta siyasî ya Tirkiyeyê îro li girtîgehan di bin zincîran de ye. Divê ev zincîr werin şikandin da ku rêya demokrasiyê vebe."
 
‘DEWLETÊ GAV NEAVÊTIN’
 
Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Mertcan Tîtîz diyar kir ku gelê kurd Abdullah Ocalan wekî "îradeya xwe ya siyasî" û muzakerevanê sereke qebûl kiriye û divê mercên azad ji bo wî werin amadekirin  û got: "Heke dewlet pêvajoyekê bimeşîne, divê şert û mercên azad ên muzakerevanê sereke yê li hemberî xwe jî dabîn bike. Lê zêdetirî salekê ye ku pêvajo didome û di vî alî de tu gav nehatine avêtin. Aliyê Kurd berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih anî, lê dewletê gavên şênber neavêtin."
 
‘HEKE REJÎM JIDIL BE, DIVÊ ŞERT Û MERCAN AVA BIKE’
 
Tîtîz bal kişand ser biryarên DMME’yê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Rejîm 'mafê hêviyê' pêk nayine. Fikrên muzakerevanê sereke Abdullah Ocalan sal û nîvek e tenê bi awayekî sînordar bi rêya şandeyê digihîjin me. Dema hevpeyvîna wî ya sala 1997’an a bi Fatîh Altayli re piştî 30 salî hat weşandin, me dît ku civaka Tirkiyeyê çiqasî bi baldarî lê temaşe kir. Heke fikrên wî rasterast bi gel re werin parvekirin, pêvajo dê gelekî bi leztir pêşve biçe. Ji ber vê yekê, heke rejîm di vê mijarê de jidil be, divê tavilê şert û mercên azad ên xebatê ji bo Abdullah Ocalan ava bike.”
Nûçeyên Têkildar
Karsaz Demîrcî: Pêvajoya birêz Ocalan daye destpêkirin firsende
Karsaz Demîrcî: Pêvajoya birêz Ocalan daye destpêkirin firsende

Karsaz Osman Demîrcî, pêvajoya li Tirkiyeyê weke rêya rizgariya ji krîza aborî nirxand û got: “Pêvajoya aştiyêya birêz Ocalan daye destpêkirin û ji bo wê canê xwe daniye holê, di esasê xwe de aborî ye, refah e.”

Peyama Newrozê ya Abdullah Ocalan: Di destê me de ye ku em vê salê veguherînin sala azadiyê
Peyama Newrozê ya Abdullah Ocalan: Di destê me de ye ku em vê salê veguherînin sala azadiyê

Di pîrozbahiya Newrozê ya Amedê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin: “Di destê me de ye ku em îsal ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn veguherînin saleke rasteqîn a azadiyê.”

Ji bo rakirina tecrîdê û ‘mafê hêviyê’ kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
Ji bo rakirina tecrîdê û ‘mafê hêviyê’ kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Komîteya Parastina 'Mafê Hêviyê' û Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya Navneteweyî, ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û cîbicîkirina “Mafê hêviyê”, dest bi kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî kir.

Abdullah Ocalan: Em ê bi xurtkirina hêza xwe çareseriyê pêş bixin
Abdullah Ocalan: Em ê bi xurtkirina hêza xwe çareseriyê pêş bixin

Abdullah Ocalan: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e
Abdullah Ocalan: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, wiha got: "Birêz Ocalan got ‘Statuya min girîng e. Divê ev mijar bê zelalkirin. Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e.’”