* Sema, Rahşan, Ronahî, Zekiye, Elefteria û Bêrîvan; her yek ji wan di Newrozekî de laşê xwe dan ber agir û li dijî zilm û zextê serî hildan. Agirê têkoşîna ku li dû xwe hiştin, roj bi roj geştir bû.
* Rojnameger Yucel Ozdemîr diyar kir ku DYA di êrişa ser Îranê de negihîşt armanca xwe û rejîm neket û got: “Bala xwe da ser Kurdan, lê Kurd jî êdî wekî berê nîn in. Di encamê de heke guherînek di rejîmê de çênebe, Kurd çima xwe bixin xetereyê.”
*Ji ber ku dorpêça li ser Kobanê bi tevahî nehatiye rakirin, gihîştina tendurustiyê zehmet dibe. Tê gotin ku heke dorpêç neyê rakirin, dê pirsgirêkên girantir rû bidin.
* Nûnerên SOLDEP, YSP û SYKP’ê diyar kirin ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş ve biçe, gava ewil ew e ku ji bo Abdullah Ocalan mercên azad bên amadekirin.
* Li navçeyên Sûr, Bismil, Gêl, Erxenî û Şangûşê yên Amedê dê Newroz bê pîrozkirin. (11.00-20.00)
* Li navçeya Hezo ya Êlihê dê li Qada Newrozê pîrozbahiya Newrozê bê lidarxistin. (11.00)
* Li Qada Otogarê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê dê Newroz bê pîrozkirin. (11.00) ZINDÎ
* Li Qers, Mûş, Îdir û Agiriyê dê Newroz bê pîrozkirin. (12.00-16.00) ZINDÎ
* Meclisa Ciwanan a HDK'ê ya Enqereyê dê bi beşdariya Veysî Aktaş panelê li dar bixe. (12.00)
* Li Aydinê dê Newroz bê pîrozkirin. (13.00)
* Li Taxa 19 Mayisê ya navçeya Yuregîr a Edeneyê dê agirê Nerozê bê vêxistin. (13.00)
* Li navçeya Şîrînevler ya Stenbolê dê bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyanî bê dayin. (14.00)
* Amedspor dê li sehaya xwe bi Manîsasporê re bilîze. (20.00)
* Li navçeyên Pendîk, Avcilar, Gazîosmanpaşa, Kartal û Esenlerê yê Stenbolê dê pîrozbahiya Newrozê bê lidarxistin. (20.00. 21.00)
* Li Taxa Homurlu ya navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dê Newroz bê pîrozkirin. (20.00)