Di Newroza Misircê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

Parve bike:

SÊRT - Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Saritaş Erdogan di Newroza Misircê de axivî û got: “Em hêvî dikin ku Newroza 2026'an bibe Newroza azadiya gelê Kurd.”

 
Li navçeya Misircê ya Sêrtê bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” li Qada Komurê bi awayekî girseyî agirê Newrozê hate vêxistin û Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, hevşaredarên navend û navçeyên Sêrtê, endam û rêveberên partiyên siyasî û endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî gelek kes tev li pîrozbahiya Newrozê bûn û qad tijî kirin. Her wiha kesên li qadê govendê gerandin bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Jinan”, “Bijî Newroz” , “Bijî Jin” û “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin.
 
Di bernameya Newrozê de ewilî endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur Laleş Bîçîmlî axivî. Laleş Bîçîmlî ji bo Salîh Muslim sersaxî xwest û got: “Yekitî ji me re derman e. Birîneke me heye û ew jî Kurdistan e. Divê em bi destên xwe bi ser bixînin û Kurdistanê azad bikin. Yekitî dermanê me ye. Em dizanin ku Newroz Newroza Mazluman e. Newroz bû cejna berxwedan û yekîtiyê. Zilma dehaqan bin pê kirin û bi ser ketin. Em dibêjin em ê jî bi ser bikevin. Ax, çand, ziman, muzîk û cesareta me jî heye. Em ê aştiyê bînin li ser vê axê. Hêza jinê gelek e û xurt e. Heval û jinên me, heta zarokên me yên berxwedêr werin em yekîtiya xwe bikin yek da ku em bi ser kevin. Bijî Newroz.”
 
 
Hevşaredarên Misircê Sadiye Aktîn û Alî Riza Bîngol jî Newroza gel pîroz kirin û bal kişandin ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
 
‘GELÊ KURD KOMPLO TÊK BIR’
 
Piştre Parlamentera DEM Partiyê yê Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî diyar kir ku Newroz ji bo gelê Kurd ne bi tenê pêşwaziya biharê ye û wiha got: “Ji bo me berxwedan, serhildan, Mazlum, Rehşan û têkoşîn e. Em Newrozê pîroz dikin. Ji aliyekê ve jî em xemgîn in. Endamê Konseya PYD'ê Salîh Muslim jiyana xwe ji dest daye. Em çixwasî pesnê wî bidin hindik e û wê hindik bimîne. Ji bo azadî û jiyaneke bistatû xwe fedayê gelê xwe kir. Em bi hesret û minet bejna xwe li ber wî ditewînin. Em ê li pey doz û heqîqeta wî bin û em ê vê têkoşîna ku hatiye vê qonaxê mezin bikin. Oxir be bavê Welat. Em xemgîniyek dinê jî dîjîn. Rojnameger Osman Kiliç (Heval Gundî) jî me îro oxir kir. Wî di sirgûniyê de jî li ser şopa heqîqetê kedeke mezin da. Ji salên 90î û vir ve ji bo heqîqeta gelê me bi paş ve gav neavêt û rastiyê ragihand. Em bejna xwe li ber wî ditewînin.”
 
 
Sabahat Erdogan Saritaş di domdarî diyar kir ku Kawayê Hesinkar çawa li hember Dehaqan têkoşiya, îro Mazlûm û Reşhanan jî bedena xwe da ber agir û wiha pêde çû: “Gelê Kurd baran û berfê guhdar nake û her sal li qadê cihê xwe digire. Îsal newroz xwedî cihekî girîng e, ji ber ku pêvajoya destpêkiriye. Îro hemû qad ji bo me qadên azadiyê ne. Hemû êriş li ser erdnîgariya Kurdistanê de pêk hatiye. Di 15'ê Sibatê de koplo hate destpêkirin lê gelê Kurd komplo têk bir.Desthilatdariyên ku êrİşên Rojhilata Navîn dikin ji bo berjewendiyên xwe îro êrişî Rojhilat jî dikin. Desthilatdarên ku qaşo qala azadiyê dikin êrişî Kurdan dikin.”
 
'DIVÊ ABDULLAH OCALAN BI AWEYEKÎ FÎZÎKÎ AZAD BE'
 
Sabahat Erdogan Saritaş diyar kir ku rêya gelê Kurd rêya sêyemîn e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi nexşerêya pîroz a bangawaziya 27'ê Sibatê ya Birêz Ocalan re em ketin qonaxeke nû. Em ê bi vê biryariyê bimeşin û em ê teqez dîsa bi ser kevin. Li ser me hemûyan tiştek ferz e. Rêya yekîtiyê li çar parçeyê cihanê û Kurdistanê derket holê û dîsa dem dema yekîtiyê ye. Em rêxistina xwe ava bikin û yekîtiya xwe xurt bikin. Divê tavilê rêzdar Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe. Em bang hemû hevalên xwe dikin, azadî li pêşiya me ye. Ji bo azadî pêk were divê em vê paradîgmaya demokratîk li çar perçeyê Kurdistanê pêk bînin. Newroza Birêz Abdullah Ocalan pîroz be. Em hêvî dikin ku Newroza 2026an bibe Newroza azadiya Gelê Kurd.”
 
Pişt re agirê Newrozê bi coşeke mezin hat pêxistin û herî dawî hûnermend Hozan Cesîm derket ser dike û stran gotin. Newroz bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.