Li 3 bajaran daxwaza tehliyeya girtiyên nexweş kirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li bajarên İzmir, Stenbol û Enqereyê hatin lidarxistin de daxwaza tehliyeya İbrahim Tekîn, Kîfayet Kimma û Aydin Altindag hate hate kirin.

 
Ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li bajarên Îzmîr, Stenbol û Enqereyê çalakî hatin lidarxistin.
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD a Îzmirê, çalakiya xwe ya du hefteyan carekê li dar dixe, berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nebe, nebe şirîkê vî sûc!” hate vekirin. Metna daxuyaniyê endama Desteya Rêveber a ÎHD'ê Hatîce Erdogan xwend.
 
 
Hatîce Erdogan di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îbrahîm Tekîn, diyar kir ku Îbrahîm Tekîn di sala 1995'an de hatiye binçavkirin, 30 rojan di bin îşkenceyên giran de maye, ji ber wan îşkenceyan, ji ber îşkenceyê tenduristiya wî zirareke mezin dîtiye û wiha got: “Îbrahim Tekîn heta niha di girtîgehên Antalya, Burdur, Buca, Nazîllî, Sêrt û Şakranê de maye. Li gorî agahiyên malbatê parve kiriye, ji ber îşkenceyê di testîsên wî de zirareke mezin çêbûye. Her wiha di girtîgehê de emeliyata fitika zikî derbas kiriye.”
 
Hatîce Erdogan derbarê nexweşî û zehmetiyên jiyanî yên Îbrahîm Tekîn de axivî û ev tişt gotin: “Ji ber nexweşiya apneya xewê, divê beriya xewê û dema xewê amûra oksîjenê pê re were girêdan. Ji ber astima giran amûreke mezin bi kar tîne ku dengê wê yê bilind wî û derdora wî nerehet dike. Pirsgirêkên prostat, lewaziya gurçik û kezebê, tengasiya dil û her wiha pirsgirêkên dîtinê pê re hene. Ji ber pirsgirêkên diranan nikare xwarinê bixwe û avê vexwe.”
 
Hatîce Erdogan anî ziman ku metirsiya jiyanî ya Îbrahîm Tekîn ê di girtîgehê de tê ragirtin heye.
 
 
Hatîce Erdogan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir tevî Îbrahîm Tekîn di Gulana 2025an de cezayê xwe yê girtîgehê temam kiriye jî nehatiye berdan. Hatîce Erdogan da zanîn ku Îbrahîm Tekîn ji ber “poşmantiyê nepejirandiye” nayê berdan û berdana wî 11 mehan hatiye taloqkirin û got: “Divê Îbrahîm Tekînê ku cezayê xwe xelas kiriye û nexweşiyên wî yên giran hene, demildest bê berdan da ku karibe were dermankirin. Parastina mafê jiyanê yê girtiyên nexweş di berpirsiyariya dewletê de ye. Heta ku mafê jiyanê û dermankirinê neyê misogerkirin, em ê daxwazên xwe bînin ziman. Bila girtiyê nexweş Îbrahîm Tekîn bê berdan! Ji girtiyên nexweş re azadî!”
 
Çalakî bi çepik û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
STENBOL    
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş, çalakiya "Rûniştina F" ya 729’emîn li ber avahiya şaxê ya li Beyogluyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê ya Kîfaye Kimna ya ku di Girtîgeha Jinan a Burhaniyeyê de tê ragirtin. Di çalakiyê de pankartên “Tedawî maf e, nayê astengkirin” û “Girtiyên nexweş bila bên berdan” hatin vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hildgirtin.
 
Endama MYK’ya ÎHD’ê Eren Keskîn bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Mehmet Edîp Taşar û wiha axivî: “Li hemberî girtiyê nexweş Edîp Taşar zulma li dijî mirovahiyê berdewam dike. Mehmet Edîp Taşar 70 salî ye, nexweşê dil e, nexweşê şekir e, kêmasiya gurçikan pê re heye û çavên wî nabînin. Ji bo hevdîtina malbat û parêzeran bi kursiya astengdaran diçe. Tevî ku girtiyekî nexweş e jî nehat tehliyekirin. Li gorî agahiyên ku gihîştine me, Mehmet Edîp Taşar hatiye entubekirin. Heke tiştekî wiha bibe, berpirsyarê ewil ê vê yekê pergala darazê ya li dijî mirovahiyê ya Dewleta Komara Tirkiyeyê ye.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi berzkirina dirûşman ve bi dawî bû.
 
ENQERE
 
Înisiyatîfa Ji Bo Girtiyên Nexweş Azadî, di hefteya 601’emîn a çalakiyên xwe de li Kolana Sakaryayê hatin cem hev. Înisiyatîfê di vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Aydin Altig ê ku di Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê de tê ragirtin. Rêvebera Şaxa Enqereyê ya ÎHD’ê Sevîl Turgut a ku li vir daxuyanî da, diyar kir ku Altig di sala 1996’an de dema hîn 17 salî bû hatiye girtin û sirgûnî gelek girtîgehan hatiye kirin.
 
Sevîl Turgutê bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Altig û wiha axivî: "Nexweşiya wî ya pişikê heye, ji ber vê yekê emeliyatbûye. He wiha egzamaya kronîk û di laşê wî de birîn çêdibin, dem bi dem ev birîn giran dibin û tedawiya bi rêkûpêk pêwîst e. Pêdiviya wî bi tedawiya diranan heye, lêbelê ji ber ferzkirina 'lêgerîna di nava dev de', bi awayekî fîîlî rê li ber tedawiya wî tê girtin. Hat ragihandin ku berê li girtîgeha Amedê ji ber heman ferzkirinê nekaribûye tedawiya xwe ya diranan bidomîne, îro jî li Kirşehîrê bi heman hincetê nikare biçe nexweşxaneyê, ji ber vê yekê êş, enfeksiyon û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê zêde dibin."
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi berzkirina dirûşman ve bi dawî bû.