Bakirhan: Birêz Ocalan got ‘nebin parçeyeke şerê herêmî’

Parve bike:

ENQERE - Tuncer Bakirhan, di civîna heftane ya koma partiya xwe de anî ziman ku helwesta lîderên Kurd zelal e û wiha got: “Birêz Ocalan bi sala ye Îranê vedixwîne demokrasiyê. Ji me re jî got ‘Nebin parçeyeke şerê herêmî; lê li dijî neheqî û bêhiqûqtiyê jî bibin yek û bi hev re têbikoşin.’

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di civîna heftane ya koma partiya xwe de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
Bakirhan, anî ziman ku Rojhilata Navîn niha di nava toz û dûmanê de ye û got: “Hêza dewletê ne tenê ji kapasîteya leşkerî pêkan e. Di mînaka Îranê de jî tê dîtin ku rejîm, hêza xwe ya esasî ji razîbûna gel digire. Rejîma Îranê ev rastî fêm nekir. Li şûna ku gelan, baweriyan û jinan razî bike, çavkaniyên xwe yên dewlemend ji bo top, tifing, parastin û balafiran re xerc kir. Hemû azadiyên jinan qedexe kir. Tevî yek ji welatên herî dewlemend e jî nekarî aboriya xwe birêve bibe. Tu azadî ji nasname û baweriyan re nehişt. Hema hema hemû kesên daxwaza nasnameya xwe dikirin tepisand. Her roj bi dehan Kurd û muxalîf li ser sêdaran darve kir. 
 
RASTIYA DUYEMÎN
 
Rastiya duyemîn jî ev e; me gelek caran şahidiya wê kir ku guherandina rejîmê ya bi mudaxileyên derve, bi xwe re tu tu aramî, demokrasî û keyfxweşiyê nayîne. Rêyeke demokrasî û refaha welatekî heye; ew jî ew e ku ew welat bi hemû civak û civatên nexweyî re demokrasiyê bicih bîne. 
 
DIVÊ ÊDÎ MUDAXILEYÊN DERVE BI DAWÎ BIBIN
 
Her ku şer mezin dibe, êş jî mezintir dibin. Di demeke hêzên kûrewî û herêmî şer dikin de gel, kedkar û bindestên wan herêman bedelê didin. Hewceye mudaxileyên derve êdî bi awayekî bi dawî bibin. Em li gel wê ne ku ev rejîmên înkarger, ya mirovan darve dike û gel û baweriyan tune dihesibînin biguherin. 
 
YÊN HEDL DIDIN AQIL BIDIN KURDAN HENE 
 
Tevî her kes nêzikatiya Kurdan û rêxistinên Kurdan dizanin jî, hin kes hêj ji saetên destpêke ve hewl didin aqil bidin Kurdan. Ji ber ku li gorî wan Kurd nikarin biaxivin, nizanin stratejiyan pêş bixin, nikarin siyasetê bikin û ya herî girîng nikarin siyasetê bikin. Ev kesên hewl didin aqil bidin, Kurdan weke gel nabînin. Binêrin; şîrovekarên li kîjan devera cîhanê guleyek biteqe berê xwe didin Kurdan dîsa derketine pêşberî kamerayan. Xwezî ji sedî yekê gotinên we rast bûna, qet nebe dê me heqê we dabûya. 
 
DEV JI AXAFTINA SER NAVÊ KURDAN BERDIN 
 
Di hizûra we de ez dixwazim vê bibêjim; siyasetmedarên ku xwe weke mezinên Kurdan dihesibînin, hewl didin aqil bidin Kurdan. Ev ji xwe re kirine kar. Bila ew şîrovekarên ‘vîledayî’ dev ji van gotinên der heqê Kurdan de berdin. Dibêjin çi? ‘Divê êdî Kurd bizanin ku çi feydeya hêzên derve ji bo wan nîne.’ Heke ew nebûna, me heta niha jî bi vê nedizanî. Dibêjin ‘Divê Kurd destûrê nedin ku weke kartekî bên bikaranîn.’ Bila dev ji van gotinên vala û rastiyê vedişêrin berdin. Bila dev ji aqildayîna Kurdan berdin. Kurd baş dizanin ka dê çawa tevbigerin, dê helwestekî çawa nîşan bidin, destê xwe bi kîjan alî ve dirêj bikin û li ku derê xwe çawa biparêzin. 
 
GELO ÇIMA DINYA HER TIM LI SER KURDAN DIAXIVE?
 
Em çi bibêjin jî gotinê me bi rexeke din ve diçerixînin. Xwedê wan selihîne. Belkî bibin. Ev hefteyeke hemû dinya li ser Kurdan diaxive. Îcar jî niha mijar Îran e. Mehek berê dîsa hemû dinya li ser Kurdan diaxivî. Wê demê mijar Sûriye bû. Bi salan berê dîsa li ser Kurdan diaxivîn. Wê demê cih Iraq bû. Çima dinya her tim li ser Kurdan diaxive? Divê dewletên herêmê bi awayekî cidî li ser vê pirsê bisekinin. Divê hinek hizra xwe li ser bikin, hewl bidin fêm bikin. Çima her cara guleyek tê avêtin Kurd dibin rojeva cîhanê? Heke her cara herêm serûbin dibe mijar gelek be, ma ev nayê wê wateyê ku li holê pirsgirêkek heye? Çima li her devera cîhanê Kurd ewqas dibin rojev û li ser wan tê axaftin? Hinek jî be kumê xwe deynin pêşiya xwe û bifikirin. Heke Kurd li welatên lê dijîn hemwelatiyên wekhev û azad nebin, heke bênasname bin û di bin zilmê de bijîn, bêguman dê li ser Kurdan were axaftin. Ma dê li Îranê li ser çi biaxivin? Bêguman dê li ser Kurdên bênasname were axaftin. Mîna li Sûriye û Iraqê.” 
 
FIRSENDEKE RABIRDÛYA 100 SALAN BI DAWÎ DIKE DERKET HOLÊ 
 
Tişta herî ecêb ew e ku yên Kurdan bi tawana bikaranînê sûcdar dikin; bi sedan sala ye Kurdên tên înkarkirin û bişaftin jinedîtî ve hatin. Heke îro gotinek axaftinek li ser Kurdan were kirin, sedema wê Sykes-Picot û dewletên herêmê ne. Bila ji ewil hinekî ji xwe bipirsin. Beriya her tiştekî bila pirsa ‘xeletiya me di ku derê de bû?’ ji xwe bikin. Vaye firsendeke ku vê rabirûdya 100 salan a tije êş bi dawî dike derketiye holê. Em vê bi kar bînin. Bila dinya bi awayekî cuda li ser Kurdan biaxive. Li ku derê dengê çekekê were dikevin nava tirsa ‘Gelo dê Kurd çi bikin?’ Tenê rêyeke jiholêrakirina vê tirsê heye. Ew jî ew e ku mafên Kurdan û îradeya wan nas bikin. Ziman, nasname û çanda Kurdan nas bikin.  Bila Kurd bibin hemwelatiyên wekhev ên welatên lê dijîn. Di rewşekî wiha de ji bo gelên din çi were axaftin dê ji bo Kurdan jî ew were axaftin. Dema xetere li ser Kurdan çêbû dê ji bo ewlehiya xwe li derdora xwe nenihêrin û dê li gotinên paytextên maf û hiqûqa wan naskirî binêrin. Rêya xwişk-biratiya rastîn ev e. 
 
BIRÊZ OCALAN GOT NEBIN PARÇEYEKE ŞER 
 
Baş e lê Kurd çi difikirin? Hem Kurd û hem jî tevahiya pêşengên wan çareseriyê ne di derve de lê di welatên lê dijîn de dibînin. Binêrin, ma birêz Ocalan çareseriyê li vê xakê nagere? Digere. Ma ne bi salaye bang li Îranê dike ku demokratîk bibe? Belê. Dema me pê re hevdîtin kirî jî operasyona li dijî Îranê zû de texmîn kiribû û ji bo pêşîlêgirtina operasyonê bang li Îranê kir ku Kurdan, etnîk û baweriyên li wir nas bike, mafên wan bide. Ji me re jî got ‘Nebin parçeyeke şerê herêmî. Lêbelê bila Kurd li dijî neheqî û derhiqûqtiyê bibin yek û bi hev re têbikoşin.’ 
 
KURD MERTALÊN TU WELATEKÎ NÎNIN 
 
Her wiha me tevekan şahidiya daxuyaniyên birêz Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî yên têkildarî mudaxileya dawî ya li dijî Îranê kir. Gotin ku Herêma Federe ya Kurdistanê dê ji bo tu welatekî cîran nebin gef. Min duh bi birêz Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir û ev nêrîn piştrast kir.  Got ku Kurd mertalên tu welatekî nînin tenê dikarin ji bo maf û azadiya xwe têbikoşin. Birêz Bafil Talabanî jî hişyariyên dîrokî kir. Got; ‘Bikaranîna Kurdan a di vî şerî de dê bibe xeletiyeke mezin. Kurdistan ne qada şer e, divê bi pirek.’ 
 
PEYAMÊN LÎDERÊN KURD ZELAL E
 
Me çi got? Ji roja ewil ve me got ku em hem li dijî mudaxileya hêzên hegemon a li dijî Îranê ne hem jî li dijî rejîma molayan a rizî ne. Me got ‘Li Îranê em bi jinên berxwedêr re ne.’ Bi Kurd, Beluc, Azerî û bi Farisên ji rejîmê aciz re ne. Me got ku piştgiriyê didin têkoşîna wan. Peyamên Kurdan û lîderên wan pir zelal in û xwedî seknekî birûmet in. Ne di nava hewldana sûdgirtina ji rewşê de ne. 
 
KURDAN WEKE GEF NEBÎNIN 
 
Em dibêjin ku ‘Kurdan weke gef nebînin.’ Gelê Kurd weke gelekî ji bo aştiya herêmî dikare sûdewer be bibînin û qebûl bikin. Ji bo kesên dibêjin ‘Em komên Kurdan dişopînin’ re dibêjin ku bila vê sekna birûmet a Kurdan bişopînin. 
 
EM ÊRIŞÊN LI DIJÎ HERÊMA KURDISTANÊ ŞERMEZAR DIKIN 
 
Ez vê bi vê aşkerayî dibêjim; tu heqê ne Îranê, ne Îsraîlê û ne jî Amerîkayê heye ku xaka Herêma Kurdistanê û bajarên Kurdên Îranê veguherînin qadên şer. Bi rojaye rejîma Îranê êrişî Herêma Federe ya Kurdistanê dike û welatî jiyana xwe ji dest didin. Em van êrişan şermezar dikin û qebûl nakin. Îran divê dev ji gefên xwe yên ser Kurdan û Rêveberiya Herêma Kurdistanê berde. Hêj jî tiliya xwe li Kurdan dihejîne; beriya gefan bixwe bila ji ewil hesabê bi hezaran kesên bi darvekirî bide. Bila mafên Kurdan nas bike. Bila hemû dewletên herêmê bi vê baş bizanin; Kurdistan, pira aştî û dîplomasiyê ye. Kurd, ji ber xaka xwe ya jeopolîtîk ya bêhempa û pozîsyona xwe ya siyasî, parçeyeke her serûbinbûneke li Rojhilata Navîn in. Werin rizaya Kurdan bigirin û em Rojhilata Navîn demokratîk bikin. 
 
ROJHILATA NAVÎN ÇIMA YEKITIYA XWE AVA NEKE? 
 
Rojhilateke Navîn a Kurdan, hemû gelên bindest û baweriyan nas dike û hebûna wan misoger dike, dikare ronesansa xwe pêk bîne. Ewropayê yekitiya xwe ava kir û bi xwişk-biratî dijîn. Ma çima Rojhilata Navîn nekare vê yekitiyê ava bike? Werin em bi hev re Yekitiya Demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin. Tekane rêya jiholêrakirina van rejîmên dij-demokratîk ên weke hinceta mudaxileyên derve tên nîşandan ev e. Di vê mijarê de berpirsyartiya herî mezin dikeve ser milê dewletên herêmê. Bawer bikin ku veguherîneke demokratîk a tenê di dewletekê de jî dê bandoreke mezin li herêmê bike. Ma çima Kurd û Tirk nebin pêşengên vê? Çima Tirkiye pêşengtiya Yekitiya Demokratîk a Rojhilata Navîn neke? Ev pêvajo firsendek e. 
 
HÊZÊN HEGEMON LI KU BÛN? 
 
Hevalên hêja; em li dijî her cureyên mudaxileyên derve ne. Lê welatên herêmî jî divê ji bo pêşîlêgirtina van mudaxileyan aramî, demokrasî û aştiyê pêk bînin. Xelkê Îranê biqasî nîvesrê zilma Şah jiya. Piştre jî di bin zilma rejîma molayan de ma. Navê jinan tune ye. Navê Kurdan tune ye. Hiqûq tune ye. Kesên muxalîf bi cezayê darvekirinê tên darizandin û tên darvekirin. Dema di van 47 salên dawî de rejîma Îranê zilm li Kurdan, Belucan, Azeriyan û Farisên muxalîf dikir, hêzên hegemon hesabên petrol û hegemonyayê dikir û jinedîtî ve dihatin. Niha îro hêj nû ferq kirine ku Îran dij-demokratîk e. Hêj nû jê hay bûn ku Kurd tên darvekirin. Dema Kurd li bajarên Îranê li sêdaran dihatin darvekirin, gelo ev hêzên hegemon li ku bûn? Bêguman ew bi petrolê mijûl bûn. Bi berjewendiyên xwe mijûl bûn. A din jî, miameleyeke wisa dikin dê bibêjî qey Kurd ji fezayê hatine. Ma Kurd xwe dispêrin Îsraîl û Amerîkayê têdikoşin? Ev yek, neheqiyeke mezin a li dijî Kurdan e. Li Îranê zêdetirî 10 milyon kurd dijîn. Ev têkoşîn duh dest pê nekiriye. Ji Simkoyê Şikakî heta Silêman Muîniyan, ji Abdurrahman Qasimlo heta Ferzad Kemangeran û Şîrîn Elemhulî ev berxwedan xwedî dîrokeke kevnar e. 
 
GEL Ê KURD DIXWAZE AZAD Û BIRÛMET BIJΠ
 
Dê bibêjî qey Kurdan piştî mudaxileya Îsraîl û DYA’yê dest bi têkoşînê kiriye. Gelê Kurd ev sed sal e li wir têdikoşe û bawerî bi kesekî nayîne. Xwe dispêre hêza xwe ya cewherî, ji yekitiya demokratîk a gelên li wir bawer e. Li atlasa Batlamayus 2000 hezar sal berê xêzkirî de ji wan çiyayan re dibêje çiyayên Kurdan, jê re dibêje çiyayên Kurdistanê. Di vê rewşê de kî dikare hebûna Kurdan bipirse? Dema ne rejîma molayan ne jî Şah li holê bûn, Kurd li wan çiyayan, li wê xakê dijiyan. Û dê her lê bijîn jî. Rejîmên molayan dê bên û derbas bibin, dê rejîmên dij-demokratîk bên û derbas bibin lê Kurd dê heta hetayê li wê xakê bijîn. Tekane daxwaza Kurdan ev e; her tim dipirsin ka Kurd çi dixwazin, em jî her tim dibêjin.  Gelê Kurd bi hezaran sala ye li ser wê xakê nasnameya xwe parastin û dixwazin li ser xaka xwe azad û birûmet bijîn. Ewqas hêsan û zelal e. Dixwazin mîna gelên din azad bijîn. Li Îranê ku gelek gel û bawerî bi hev re dijîn, divê modeleke yekperest û înkarger nebe. Ji bilî zemîneke demokratîk tu rêyeke Îranê nîne. 
 
ÇÎROKA SÛRIYE, ÎRAN Û IRAQÊ GELEK TIŞTAN VEDIBÊJIN 
 
Çîrokên Sûriye, Îran û Iraqê gelek tiştan ji me tevan re vedibêjin. Welatekî aştî, maf û hiqûqê red dike, di dawiya dawî de dikişînin nava çirava şer. Bila kesek vê weke gefekê nebîne. Em dixwazin welatê xwe ji tofana pêş biparêzin. Belê dibêjim welatê me, ji ber ku her çend em wekhev nebin jî welatê me jî ye. Em ê hêj bi hezaran salan bi hev re bijîn. 
 
DIVÊ VENEGUHERE HINCETA ŞER
 
Hewceye meseleya Kurd dîsa venegere hinceta şerê herêmê. Divê şerê li Îranê ne rê li ber refleksa ewlehiyê ya Tirkiyeyê pêş bixe, divê berevajî vê, çareseriyê hêj bileztir bike. Hewceye li Tirkiyeyê her kes baş bi qîmeta pêvajoya aştiyê ya birêz Ocalan daye destpêkirin bizane. Her çar aliyên me agir e. Ev agir her ku diçe nêzî sînorên me dibe. Ev saleke em hişyariyên xwe dikin û dixwazin destê xwe lez bigirin û venehêlin. Ev bahoz, hemû herêmê dişewitîne. Hewceye ev firsenda dîrokî ji dest neyê dayin. 
 
ÊDÎ DEMEKÎ WINDA BIKIN NÎNE
 
Heta niha gelek dem hate windakirin. Lê di serdemeke hevsengiyên cîhanê diguherin de êdî dema ku em winda bikin nîne. Li dijî tubulansa herêmî, Tirkiye dikare bibe navendekî îstîqrarê ya stratejîk. Xetere mezin e. Lê îktîdar hêj jî li pey hesabên biçûk e. Dinya li ser çi diaxive û ew hêj li pey dirêjkirina dema qeyûman e. Lê tam jî di van deman de misogerî, hiqûq e, edalet e. 
 
JI WEZARETA DADÊ RE; PEYWIR A WE YE NE YA MECLISÊ YE 
 
Çendek roj berê rojnamegerekî biryarên DMME’yê ji Wezîrê Dadê pirsî. Got ku biryar a Meclisê ye. Bawerim ne di wê ferqê de ye ku biryarên DMME’yê eleqeya xwe bi Meclisê re nîne. Birêz wezîr, ev peywira we ye, ne ya Meclisê ye. DMME’yê biryarek daye û ya ku dê vê biryarê pêk bîne, Wezareta Dadê ye. Kerem bikin bicih bînin.”
 
Nûçeyên Têkildar
Ayşegul Dogan: Divê birêz Ocalan di şertên azad de bixebite
Ayşegul Dogan: Divê birêz Ocalan di şertên azad de bixebite

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku divê Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite.

Dê hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP'ê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibin
Dê hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP'ê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibin

Dê hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP'ê, beşdarî merasîma cenazeyê Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim bibin.

Li welatê Kawayê hemdem Newroz hate pîrozkirin
Li welatê Kawayê hemdem Newroz hate pîrozkirin

Li Dep a welatê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan Newroz hate pîrozkirin. Omer Ocalan di pîrozbahiyê de axivî û got divê em destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bikin.

MYK’a DEM Partiyê civiya
MYK’a DEM Partiyê civiya

MYK'a DEM Partiyê bi rojeva şerê Îranê û qonaxa duyemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk civiya.

Sezaî Temellî: Gel li bendê ye ku qanûna taybet demildest bê Meclisê
Sezaî Temellî: Gel li bendê ye ku qanûna taybet demildest bê Meclisê

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, îşaret bi qanûnên taybet ên li bendê ye di çarçoveya pêvajoyê de bên derxistin û got: “Gel li bendê ye demildest bên Meclisê.”