Li Îzmîrê starta pîrozbahiyên Newrozê hate dayin

Parve bike:

ÎZMÎR - Komîteya Newroza Îzmîrê ragihand ku dê starta pîrozbahiyên Newrozê di 11’ê Adarê de li Kadîfekaliyê bidin û ji bo pîrozbahiya Newrozê ya di 22’yê Adarê de banga tevlibûnê kir. 

 
Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê, têkildarî pîrozbahiyan li avahiya DEM Partiyê ya Îzmîrê daxuyanî da. Pankarta “Newroza azadî û demokrasiyê: Newroz Pîroz be” hate daliqandin. TJA, Dayikên Aştiyê, partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. 
 
Endama komîteyê û Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Fulya Erdoganê şer, alozî û krîza li Rojhilata Navîn û cîhanê bi bîr xist û got ku perspektîfa civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê îro li dijî krîz û aloziyan bûye vebijêrekeke sereke. Fulya Erdoganê, îşaret bi modêla li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got ku nîşanî hemû dinyayê dan ku pêkvejiyan pêkan e. 
 
START DÊ LI KADÎFEKALEYÊ BÊ DAYIN
 
Fulya Erdoganê, diyar kir ku Newroz ji bo gelê Kurd her wiha berxwedana li dijî zilmê, înkar û koletiyê ye û gelê Kurd daxwaz û îradeya xwe li qadan raber dike. Fulya Erdoganê, xwest ku hemû jin, ciwan, kedkar û azadîxwazin li qadên Newrozê têkoşîna yekitî, azadî, demokrasiyê mezin bikin. Fulya Erdoganê anî ziman ku dê starta Newroza Îzmîrê di 11’ê Adarê saet di 14.00’ê de bi beşdariya Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê û bi pêşengtiya jinan li Kadîfekaleyê bê dayin. Her wiha got ku pîrozbahiya mezin jî dê di 22’yê Adarê saet di 12.00’an de li Qada Gundogduyê li dar bixin û banga tevlibûnê kir.     
Nûçeyên Têkildar
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin

Pîrozbahiya Newrozê ya Şirnexê ku bi deh hezaran kes tev li bû, bi gerandina govendê bi dawî bû. Piştî pîrozbahiyê jî meşeke girseyî hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin.

Newroza Wanê bi dawî bû
Newroza Wanê bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Wanê ku tevî hewayê sar û baranê jî bi beşdariya sed hezaran hat lidarxistin, bi dawî bû.

Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê
Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê

Wanê, îsal şahidiya yek ji Newrozên herî qelebalix kir. Tevî hewayê sar û baranê jî bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Qad tije bû û coşa Newrozê zêde bû.

Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû
Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Stenbolê ku bi sed hezaran kes tev li bû, bi stranên Koma Amedê bi dawî bû.

Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Kurdên li Konyayê ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê kom bûn, Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz kir. Li qada Newrozê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.