WAN - Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, diyar kir ku wan xwestiye rayedarên wargehê di mijara mirina Rojîn Kabaîşê de weke gumanbar bên lêpirsîn lê daxwaza wan hêj nehatiye qebûlkirin û got divê lêpirsîn tavilê biencam bibe.
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş, di 27’ê Îlona sala 2024’an de ji wargeha xwendekaran derket û cenazeyê wê piştî 18 rojan hate dîtin. Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, diyar kir ku di lêpirsîna dosyeya Rojîn Kabaîşê de tu pêşketin nînin. Ozaraz, got ku lêpirsîn hêj jî bi xebatên DNA’yê, tesbîtkirina kesên gumanbar, girtina xwînê, girtina DNA’yê û hwd. didome. Ozaraz, got ku demekî pir dirêj berê xwestibûn ku telefona Rojîn Kabaîşê ji bo lêkolînê bişînin Spanyayê û got: “Hêj jî bersiva vê daxwaza me nedane. Em li bendê ne ku kirariyên li wir di çarçoveya dosyayê de tên kirin encamek jê derkeve û weke rapor ji me re bê şandin.”
DAXWAZA LÊPIRSÎNA DER HEQÊ RAYEDARÊN WARGEHÊ DE
Ozaraz, anî ziman ku hewceye xebatkarên wargehê jî bikevin ber lêpirsînê û wiha domand: “Di mijarên weke derengmayîna Rojîn Kabaîşê, agahînedayîna malbatê û gelek mijarên din de dozgeriyê daxwaza lêpirsînê kiriye lê Lijneya Îdareyê ya Bajar destûr nedaye. Weke Baroya Wanê, me jî ji bo betalkirina vê biryarê li Dadgeha Îdare ya Herêmê îtîraz kir. Dozgeriya ku lêpirsînê didomîne jî got ku biryara behsa xeberê ne li gorî hiqûqê ye, berpirsyarên wargehê jî gumanbar in û xwest der heqê wan de lêpirsîn were vekirin û berpirsyar bên zelalkirin. Di vê çarçoveyê de jî li dijî biryarê li Serdozgeriya Komarê ya Wanê îtîraz kiribû. Di halê hazir de dosya li Dadgeha Herêmê ya Erziromê ye û em jî li benda biryar wan in.”
'SER BÛYERÊ TÊ GIRTIN’
Ji xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Berfîn Çinarê anî ziman ku li zanîngehê xwe bi tu awayî di ewlehiyê de hîs nakin û rektor û gelek kes ser bûyerê digirin. Berfîn Çinarê got: “Tu tevdîrên ewlehiyê nehatine girtin. Nasnameyên xwendekaran kontrol nakin. Di bûyera Rojînê de gotin ‘kamera naxebitin.’ Bi ser re du sal derbs bûn lê hêj jî bûyerê vedişerin. Heke dewlet bixwaze dikare di telefonê de her tiştekî bibîne lê lêkolîn nakin û hewl didin ser bigirin. Em xwendekar dizanin ku rektor hay ji gelek tiştan heye. Dema me çalakî li dar dixist, rektor hat û bêyî pirsên me bibersivîne ji wir reviya.”
'WELEHIYA CANÊ ME NÎNE’
Ji xwendekarên zanîngehê Nîsanûr Ekerê jî bi lêv kir ku di mijara ewlehiyê de pirsgirêkan dijîn û ev tişt anî ziman: “Divê ji bo Rojîn Kabaîşê û hemû jinên hatine kuştin edalet demildest pêk were. Divê jin û zarok bikarin li kolanan azad bigerin. Heke ewlehiya me nebe em ê çawa li derve bigerin? Divê ev mirin êdî bi dawî bibin. Mirina Rojînê bandoreke mezin li me tevan kir. Min dixwest zanîngehê li derve bixwînim lê ji ber van bûyeran malbatê nexwest. Divê zanîngeha me nasnameyan baş kontrol bike û ev girîng e. Mixabin tevdîran nagirin û ewlehiya canê me nîne. Hêvîdarim komkujiyên jinan bi dawî bibin û em di cîhaneke xweş de bijîn.”
'DIVÊ AQÛBETA ROJÎNÊ DEMILDEST BÊ EŞKEREKIRIN’
Ji welatiyên bajar Oznûr Evînê jî got: “Hêj jî nayê zanîn ka Rojîn çawa jiyana xwe ji dest daye. DNA’yên hatine dîtin ên kê ne, agahiyên di telefonê de çi ne, hêj nehatiye parvekirin. Dema mijar dibe cînayeta jinê, hemû sazî bêdeng dibin. Ev jî nêzikatiya li dijî jinê radixe ber çavan. Tevî gilî û serlêdanên jinan jî jin nayên parastin û piştre jî tên kuştin. Ewqas dem derbas bû lê hêj jî bûyera Rojîn Kabaîşê nehatiye ronîkirin. Xwendekarên ev rewş protesto kirin jî rastî êrişê hatin. Ev jî di serê mirov de pirsa ‘gelo kujer tên parastin?’ çêdike. Divê kujerên Rojîn Kabaîşê tavilê bên dîtin, ev bûyer ronî bibe û cezayên pêwîst bên dayin.”