Koçberên Efrînê dê 9'ê Adarê de vegerin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl (Siyamend Efrîn) got: "Em piştrast dikin ku koma yekem, ku ji 400 malbatan pêk tê, dê roja Duşemê, 9`ê Adara 2026`an, bi rê bikeve."

 
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl li hesaba xwe ya platform X`ê der barê pêvajoya vegera koçberên Efrînê daxuyanyek weşand.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Piştî serdana me ya bo Efrînê û hevdîtinên me bi şandeya serokkomariyê re, em radighînin ku pêvajoya vegera xelkên me yên koçber bo malên xwe dest pê kir. Hevdîtinên me yên rasterast bi şêniyên Efrînê re û guhdarîkirina daxwazên wan sedema sereke bû ji bo lezandina van gavan û derbaskirina astengiyan.
 
Em piştrast dikin ku koma yekem, ku ji 400 malbatan pêk tê, dê roja Duşemê, 9`ê Adara 2026`an, bi rê bikeve. Koçber dê saet 10.00 sibihê li çerxerêya Panorama li bajarê Hesekê kom bibin.
 
Ev gav dê bibe bingeha ewlehî û aramiya Sûriyeyê. Bi vê gavê em piştrast dikin ku serdema koçberiyê divê bi vegera bi rûmet û ewle ya xelkê herêmê bo malên xwe bi dawî bibe. Hewldanên me heya ku hemû koçber vegerin malên xwe dê berdewam bikin."