Jinan gotûbêj û meş li dar xist

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bi mabesta 8ê Adarê bernameyek li darxist û li ser edebiyatê gotûbêj kirin, li Tetwanê jî rexmê berfa zede bi dirûşman ve meşiyan. 
 
Çalakiyên di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomin.
 
ENQERE
 
Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya xwe ya navçeya Çankaya ya Enqereyê ji bo jinan bernameyek li dar xist. Di bernameyê de nivîskar Nesrîn Orun li ser pirtûk û wêjeyê axivî û helbestvan Cevahîr Bedel jî helbest xwendin. Piştrê jî Koma Anatoliya Jin derket ser dikê û stranên xwe pêşkeşî beşdervanên jin kirin. Gelek jin tevlî bernameyê bûn.
 
Di serî de Hevseroka Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê Reyhan Yildirimcî axivî. Reyhan Yildirimcî anî ziman ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe û wiha got: “Pergal jinan di malan de radigire û dixwaze heqîqeta jinan a civakî tune bike. Lê jin estetîkbûna civakê ye. Em bi wesileya 8'ê Adarê careke din dibêjin a ku civakê xweşik bike tevlîbûna jinan li hemû qadên civakê ye. Ji Rozayan heta Sakîne û Nagîhan Akarsel em têkoşîna jinan silav dikin û 8ê Adarê ji hemû jinan pîroz dikin.”
 
Piştî axaftinê jinan bi yek dengî dirûşmeya, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
 
 
Piştî axaftinê bernameya gotûbêjê ya nivîskar Nesrîn Orun û helbestvan Cevahîr Bedel destpê kir. Nesrîn Orun anî ziman ku ew ê bi mabesta 8ê Adarê qala wêjeya jinan bikin û qala pirtûka xwe ya dawî ya bi navê “Li baxçeyê kesên lerizînê şahî (Sarsılmışlar bahçesinde şenlik)” kir. Nesrîn Orun bi lêv kir ku qada wêjeyê jî weke hemû qadên civakî ji zilaman dagirtiye û got ku divê jin li hemû qadan hebin.
 
Helbestvan Cevahîr Bedel jî bi lêv kir ku pirtûkek wê ya li ser jinan heye û qala helbestên xwe kir û çend helbest xwendin. Cevahîr Bedel jî bal kişand ser kêmbûna jinan di qada wêjeyê de û da zanîn ku ji ber jin di qada wêjeyê de cih ji xwe re nabînin wê navê pirtûkên xwe bi navê Cevahîr çap kiriye.
 
Piştî hevpeyvîna li ser wêjeya jinan Koma Anatoliya Jin derket ser dikê û stran gotin. Girseyê jî bi coşeke mezin stran guhdar kirin. Bername bi guhdarkirina stranan bi dawî bû.
 
BEDLÎS
 
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad di çarçoveya 8'ê Adarê de meş hate lidarxistin. Jin rexmê berfa zede ji pêşberî Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Tetwanê heta Parka Filîstên bi dirûşman ve meşiyan. Jinan di meşê de pankarta "Em bi têkşînê azad dibinin, civaka demokratik ava dikin" hilgirtin û bi domdarî dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.
 
Piştî meşê Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gökalp axivî û ev tişt got: "Me tu carî bi paşve gav neavêtiye û em ê neavêjin."
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşman ve bi dawî bû.