Li Qamişlo û Girkê Legê çalakiyên 8’ê Adarê
- Rojane
- |
- 7 Adar 2026 19:06
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên 8'ê Adarê yên li bajarên Qamişlo û Girkê Legê de Kongreya Star serdana şervanên jin kir û diyarî pêşkêşê wan kir.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, , li bajarên Qamişlo û Girkê Legê 2 çalakî hatin lidarxistin. Li Qamişlo, Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) navenda partiyê ya li bajêr çalakiyek li dar xist. Endamên rêxistinên civaka sivîl û tevger û komên jinan beşdar bûn.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre, ji rêveberên Meclisa Jinan a partiyê li herêma Cizîrê Netewî Xemgîn axivî û vê rojê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû çalakvanên jin pîroz kir.
Netewî Xemgîn diyar kir ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê divê mafên jinan û pirsgirêka Kurd di nav destûrek demokratîk a Sûriyeyê de were bicîhkirin ku mafên hemû pêkhateyên civakê garantî dike.
Çalakî bi stranên gelêrî ku hêla Nebîha Mihemed, Sînem Şawîş û Yadê Suad ve hatin pêşkêşkirin, û bi pêşandanan sînevizyonê bi dawî bû.
Di heman çarçoveyê de, Kongra Star a li bajarê Girkê Legê serdana navendên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundrîn (Asayîş) li bajêr kir.
Di dema serdanê de, beşdaran bi vê boneyê diyariyên sembolîk pêşkêşî şervanên jin kirin.