NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de çalakiya zincîra jinan li dar xist. Gulistan Kiliç Koçyîgît di çalakiyê de axivî û got: “Em li pişt pêvajoya ku rêzdar Ocalan bi pêş xistiye ne.”
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Îzmîrê, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyek li dar xist. Jinên ku li ber Sumerbanka kevn a Konakê hatin cem hev, zincîreke mirovî çêkirin û ber bi Îskeleya Konakê ve meşiyan. Di meşê de pankartên “Jinên birêxistinkirî jiyana azad hûnandin. Jin, jiyan, azadî” û “Em bi raperîna xwe berxwedanê, bi berxwedana xwe jî jiyaneke azad û wekhev dihûnînin” hatin vekirin û dirûşmên wekî “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî”, “Kuştina jinan polîtîk e” û “Bijî têkoşîna jinan” hatin berzkirin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamentera Îzmîrê Burcugul Çubuk û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.
Burcugul Çubuk di meşê de axivî û diyar kir ku jin dest ji pêşeroj û rêxistiniya xwe bernadin û got: “Em li dijî tundiya mêran û tundiya siyasî serî natewînin. Em ê ber bi 8ê Adarê, ji wir ber bi Newrozê, 1'ê Gulanê û ber bi aştiya xwe ve bimeşin. Ji bo vê yekê, em sibe saet 14.30'an de li Meydana Gundogduyê bicivin.”
-
'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PÊVAJOYA OCALAN DAYE DESTPÊKIRIN'
Paşê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku li Tirkiye û Kurdistanê pêvajoyeke aştî û civaka demokratîk heye ku bi bangawaziya 27'ê Sibatê destpêkiriye û got: “Birêz Ocalan li dijî hişmendiya ku Rojhilata Navîn kiriye deryaya xwînê, banga aştiyê li hemû gelan dike. Em wekî jinên DEM Partiyê yên ku li pişt bangawaziya 27ê Sibatê ne, careke din ji qadan dibêjin: Em li pişt pêvajoya ku birêz Ocalan pêş xistiye ne.”
‘PARÊZVANÊN AŞTIYÊ JIN IN’
Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku sîstema mêrserwer bi şeran gelan tîne beramberî hev û got: “Ev pêvajoya birêz Ocalan, deriyê aştiyê hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn vedike. Parêzvanên herî mezin ên vê aştiyê jî em jin in. Lewre em dizanin ku di hawirdoreke aştiyane de têkoşîna azadiya jinan mezin bike. Aştî ji bo me wekî nan û avê girîng e.”
Çalakî bi gerandina govendê û dirûşman bi dawî bû.