ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê ya di deste DEM Partiyê de navçe wek bajarê jinan îlan kir. Siyasetmedarên jin ên di dema ragihadina deklarasyonê axivîn peyama “Heta jin azad nebe civak azad nabe.”
Şaredariya Cizîrê ya di destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan de, Cizîr wek bajarê jinan îlan kir. Tevî nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî gelek jina tev li daxuyaniya deklarasyonê ya li Parka Birca Belek bûn. Di daxuyaniyê pankartên “Jin, jiyan, azadî”, “Ber bi bajarê jinan ve” hatin hilhirtin. Beriya daxuyaniyê jinan li ber stranên Kurdî goven gerandin.
Parlametera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan di daxuyaniyê de axivî. Newroz Uysal Aslanê bal kişand ser dîroka berxwedana Cizîrê û ev tişt got: “Di çîroka Mem û Zînan de şopên çarenûsa Kurdan heye. Îro jinên Kurd li Cizîrê ne ji bo mirinê ji bo jiyanê têdikoşin. Em wek jinên Kurd, mirina ku li jinan tê ferzkirin me veguherand jiyanê. Ji Zînan ta Bêrîvanan, têkoşîna jinên Kurd berdewam dike.”
‘DIVÊ JIN AZAD BIN’
Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Xwecîhî ya DEM Partiyê Canan Kepenç Ozkan, bal kişand ser siyaserta jinên Kurd û ev tişt got: “Îro ne destpêk e encama têkoşîna 50 salan in. Keda gelek hevalên me heye. Ji bo jin jiyanekî azad bijîn divê bajar azad be. Ji bo vê me deklarasyon ragihand. Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî gotişye; ‘heta jin azad nebin, civak azad nabe.’ Avakirina bajarên azad berpirsiyariya me ye.”
‘PÊDIVIYA BAJARAN BI AŞTIYÊ HEY’
Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tucelê ev tişt got: “Ên ku dîroka xwe nizanin nikarin dahatûyê diyar bikin. Ji bo vê zanîna dîrokê girîng e. Li civakekî ku jin ne azad bin, azadiya mêr ne pêkan e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangek kir û pêvejoyek nû dest pê kir. Pêdiviya bajaran bi aştiyê heye. Şaredarî ya me ye û em ê rêveberiya wê diyar bikin. Dê şaredarî her daxwazên gel bi cî bînin. Bêyî gel demorkasiya xwecîhî ne pêkan e. Em dixwazin bi gel re pêşerok ava bikin. Ji bo vê yekê bajarên jinan girîng in. 8’ê Adarê roja me ye, roja têkoşînê ye.”
DEKLARASYON HATE XWENDIN
“Piştî axaftinan metna deklerasyonê ya ji aliye Mudiriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Cizîrê û Komîsyona Amedekariyê Bajarê Jinan a Cizîrê ve hatibû amadekirin ji aliye Hevşaredara Cizîrê Guler Yerebasan ve hate xwendin.
Di metne deklarasyonê de ev tişt hatin gotin:
“Ev daxuyanî ne navek e, xeteke têkoşînê ye. Banga veguherîneke civakî ye.
Di vê çarçoveyê de, wek Şaredariya Cizîrê, me got ku rêveberiyên xwecihî ji şaredariyan bi tenê pêk nayên, em bi hemû hêzên jinan re hatin gel hev, me nîqaşa ku em dikarin Cizîrê veguherînin bajarekî jinan ê çawa meşand. Wek Lijneya Amadehiyê ya Bajarê Jinan a Cizîrê, me li gelek gund û taxan serdanên malan û civanên jinan pêk anîn. Li jûrên pîşeyî, saziyên civakî yên sîvîl û partiyên siyasî bi jinan re nîqaş meşandin. Li gor daxwazên ku derketin holê, me Cizîr wek bajarê jinan daxuyand û nexşerêya xwe ya destpêkê diyar kir. Em her daxwaza ku jinan anîne ziman wek kevirê bingehê yê nexşerêya xwe dipejirînin. Ji bo ku em encamên şênber ên vê têkoşînê û destkeftiyên wê bişopînin, dê lijneyeke şopandinê bê pêkanîn û encamên salekê bi awayekî zelal bi raya giştî re bên parvekirin.
Xebatên qadê nîşan dan ku li gund û taxan di ava vexwarinê û paqijiyê de, di binesazî û veguhastinê de kêmasî û daxwazên girîng hene. Ev kêmasî pirsgirêkên bingehîn ên ku rasterast bandorê li jiyana jinan, têkiliya ku bi qada giştî re datînin û mafê wan ê kirdebûnê dikin, in. Paqijî, bidestxistina avê, pirsgirêkên binesazî û seresaziyê berpirsiyariyên şaredariyan ên bingehîn in. Ev ne qencî ne, mafên bingehîn ên bivênevê ne. Wek rêveberiyên xwecihî ji ber pirsgirêkên ku di vê qadê de tên jiyîn, em rexneyan li xwe digirin û em soz didin ji bo ku xizmet bên başkirin, em ê li gor pêwistiyê hewl bidin.”
XEBATÊN JI BO BAJAR DÊ BÊN KIRIN
Xebatên ku dê ji bo bajar bên kirin jî wiha hatin rêzkirin:
“* Em ê dîzayna bajêr a ku bi hişê mêrane hatiye sêwirandin û bi tenê qadên bikaranîna mêran li ber çavan hatine girtin û nahêle jin bi awayekî azad li bajar bigerin li gor mafê bikaranîna jinan, ji nû ve sererast bikin.
* Der barê pirsgirêka kursîavêtina ber qawexaneyan, peyarê û kuçeyan a ku wek pirsgirêkeke tevahiya Kurdsitanê tê pênasekirin, em ê xebatên şiyarkirinê bimeşînin, pirsgirêkên bingehîn ên ku mafên jinan ên bi awayekî azad gerîna li kuçeyan asteng dikin, çareser bikin.
* Ji ber pêkutiya mêrane ya li hemberî jinan, jin nikarin fikr û ramanên xwe derbirînin. Ji bo ku em pêşiyê li vê yekê bigirin, em ê kargehên hişmendiya mêrane, wekheviya zayenda civakî, veguherandina mêraniyê û mafên jinan ên bajêr, li dar bixin. Em ê der barê tundiya ku xebatkarên saziyên fermî li dijî jinên ku bi ziman nizanin pêk tînin de xebatên şiyarkirinê bimeşînin.
* Em ê bi bernameyên perwerdehiyê yên berfireh der barê Wekheviya Zayenda Civakî, hiqûq, aborî, xwezaparêzî û tenduristiya jinan de perwerdehiyan li dar bixin. Ji bo jinên ku bi xwendin û nivîsandinê nizanin, em ê kûrsên pirzimanî vekin.
* Me li dijî gef û tundiya mêr, hevjîn û bav Navenda Şêwirmendiya Jinan a Bêrîvan Kutlu vekir. Em ê li navenda xwe ya ku her cureyê serlêdana tundiyê werdigire xizmetên piştgiriya hiqûqî û şêwirmendiya darayî pêşkêş bikin. Ji bo ku jin bikaribin ji hawirdora tundiyê derkevin, mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin û piştgiriya derûnî wergirin, em ê hejmara navendên xwe yên şêwirmendiyê zêde bikin.
* Ji bo jinên ku nikarin sûdê ji xizmetên tenduristiyê wergirin, em ê navendên tenduristiyê vekin.
*Ji bo bipêşxistina behremendiya jinan a pîşeyî û zêdekirina îstîhdama jinan, em ê kûrsan vekin, projeyên ji bo îstîhdamkirina jinan amade bikin û navendên jiyanê ava bikin.
* Ji bo jinên ku hildiberînin û berhemên destkariyê çêdikin, em ê bazarê saz bikin, ji bo ku jinên gundan bikaribin berhemên xwe yên ku hildiberînin bigihînin bazarê piştgiriya veguhastinê bidin.
* Em ê piştgiriyê bidin avakirina kooperatîfên jinan û ji bo ku cih bibînin, em ê pişgiriyê bidin wan.
* Di çandiniyê de em ê bi nêrîna xwezaparêz qadên hilberînê amade bikin, baxçeyên bajaran çêbikin û xebatên ku pêşiyê li hilberîna çandiniyê vekin, bimeşînin.
* Em ê bi komunên ku piştgiriyê didin têkiliya jin û zarokan a bi axê û ruwekan re hem bi zarokan re hişmendiya xwezaparêziyê bi pêş bixin, hem jî daneheva jinan a dîrokî ragihînin nifşên nû.
* Ligel vê yekê, em ê bi pêşengiya jinan xebatên bîra tovên xwecihî bimeşînin û bankayên tov ên xwecihî ava bikin.
* Em ê ji bo jinên ku ji qadên gundewar tên bajar an jî jinên ku ji ber sedemekê ji bo bicihanîna pêdiviyên xwe tên bajêr qadên bêhnvedanê ava bikin.
* Em ê tehrîbata qeyûm a ku salên dirêj e didome û xebatên ku bi hişê mêrane yê ku li gel wê bi cih bûye di çarçoveya mafê bajar ê jinan de veguherînin.
* Li dijî talan û qirkirina xwezayê, em ê li Cizîrê û derdora wê xebatên çandina daran bimeşînin.
* Em ê der barê qirş û qal û paqijiyê de xebatên hişyarkirinê bimeşînin. Ger ku di vê mijarê de kêmasiyên xebatkarên şaredariyê hebin, em ê mekanîzmayên venêrînê yên pêwist saz bikin.
* Em ê rêyên serlêdanê yên dîjîtal ên ku jin bikaribin der barê xizmetan de ramanên xwe ragihînin vekin.
* Ji bo ewlehiya zarok û ciwanan em ê li derdora park û dibistanan pergala bûtûnên lezgîn saz bikin. Ji bo ku ciwan bi çanda xwe mezin bibin, li dijî polîtîkayên bişaftinê û şerê taybet, em ê saziyên ku xizmetên çandî û zimanî pêşkêş bikin ava bikin, li taxan pêşdibistan û dibistanên ku perwerdehiya bi zimanê dayikê bidin, vekin. Em ê ji bo jinên ciwan kargehên STEM û dîjîtalbûnê li dar bixin. Em ê ji bo jinan û ciwanan eywanên xwendinê û pirtûkxaneyan ava bikin.
* Di çarçoveya xebata bajarên jinan de em ê li hemû gund û taxan lidarxistina civînan bidomînin û bikin ku gel bibe kirdeya vê xebatê. Ji bo piştgirîdayîna aştiya civakî û bi zanîna ku jin pêkhateyeke bingehîn a vê pêvajoyê ne, em ê kursiyên serbest ên ku jin bikaribin li dorê bi jinan re bên gel hev û nîqaşan bimeşînin deynin.
* Em ê di qada çand û hunerê de xebatan bimeşînin, festîvalên jinan li dar bixin. Bîrgehên ku bîra jinan zindî bihêlin ava bikin. Em ê li derketin û têketina bajar peykerên ku mijara wan jin bin bi cih bikin û reng û rûyê rêwarên bajar bi nêrîneke jinane veguherînin. Em ê navên jinên ku bûne sembol bidin kuçe û kolanan.
* Em ê di binê banê şaredariyê de mekanîzmayeke ku bi tenê jinên astengdar bikaribin serî lê bidin û wergêrên zimanê nîşandanê û dernûnnas tê de hebin saz bikin. Em ê nexşeyeke berfireh a astengdaran amade bikin û der barê pêdiviyên jinên astengdar û mafên wan ên bajêr de xebatan bimeşînin. Em ê piştgiriyê bidin perwerdehî, kûrs û kooperatîfên têkildarî jinên astengdar û ji bo îstîhdamê xebatan bimeşînin. Ji bo ku tundî û îstîsmara li hemberî jinên astengdar bê rawestandin, em ê li qadan têkildarî mafên jinan perwerdehiyan çêbikin.
* Em ê kuçeyên tarî yên ku dikin jin xwe ji ewlehiyê bêpar hîs bikin, ronî bikin.
* Em ê li dijî xeniqînên di çemê Dîcleyê de tedbîran wergirin, ji bo jin û zarokan birkan çêbikin û wargehên werzîşê yên jinan ava bikin.
* Ev daxuyanî bi rêveberiyên xwecihî yên ji DEM Partiyê, rêxistinên jinan, sendîka, jûrên pîşeyî, rêxistinên xwezaparêzan û astengdaran û jinên taxan ragihandina bi hişê jinan, keda jinan, bîra jinan û israra jinan a aştiyê ji nû ve avakirina bajar e. Jin Jiyan Azadî”