Li Serêkaniyê civîna gel hate lidarxistin
- Rojane
- |
- 18 Sibat 2026 16:55
- |
RIHA - Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçarê ve li Serêkaniyê civîna gel hate lidarxistin.
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, civîna gel hate lidarxistin. Gelek welatî beşdarî civîna ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeyê pêk hat, bûn. Di civîna gel de Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate gotûbêjkirin. Herwiha di civînê de hate diyarkirin ku ji bo serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi banga Ocalan hatiye destpêkirin, divê astengiyên siyasî û îdarî bên rakirin.
Civîna gel bi pirs û bersivan ve bi dawî bû.