Endamên Komîsyonê yên DEM Partiyê: Divê Ocalan bi awayekî azad bikaribe bixebite

Parve bike:
ENQERE - Serokwekîla DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd aktorê herî girîng e, Meral Daniş Beştaşê jî got ku divê Abdullah Ocalan azad be. 
 
Komîsyona Meclîsê civîna xwe ya dawî ango civîna 21’an li dar xist. Di encama civînê de rapora hevpar bi deng dayînê hate pejirandin. Ji 51 endamên komîsyonê 47 encaman weke “erê” deng dan. 2 kesan neyînî deng da û kesek jî ne erênî û ne jî neyînî deng da. Bi vî awayî rapora hevpar hat qebûlkirin. EMEP û TÎP’ê bi awayekî neyînî deng bikaranîn. Endama Komîsyonê ya CHP’ê Turkan Elçî jî ne erênî û ne jî neyînî deng bikar neanî. DEM Partî, MHP, AKP’ê û Koma Yenî Yol û endamên din ên CHP’ê weke “erê” deng dan. Piştî qeûlkirina rapora hevpar xebatên Komîsyonê bi dawî bû.
 
Endamên komîsyonê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî pejirandina raporê daxuyanî da. 
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê anî ziman ku tevî kêmasiyan jî Komîsyona Meclisê erka xwe bikar aniye û wiha got: “Xalên 6 û 7 pir girîng in. Ji niha şûn ve pir girîng e. Divê Meclîs ji niha şûn ve pêşniyarên qanûnan ku di rapora hevpar de cih girtine bi awayekî lezgînî bike qanûn.”
 
‘OCALAN AKTORÊ SEREKE YÊ PÊVAJOYÊ YE’
 
Koçyîgît li ser pirsa der barê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ev bersiv da: “Birêz Ocalan banga 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Birêz Ocalan aktorê herî sereke yê pêvajoyê û aştiya herêmî ye. Em ji nêrîn û pêşniyarên birêz Ocalan cuda nafikirin. Pirsgirêkeke dîrokî ye. Aliyên wê yên siyasî, aborî, çandî û hiqûqî hene. Ji bo çareseriya van gav hatine avêtin. Ji bo wê jî divê em zimanê xwe jî rast bikin. Bi gotina ‘terorê’ em nikarin bi pêş ve biçin.”
 
‘DIVÊ XEBATÊN QANÛNÎ BÊN KIRIN’
 
Endama Komîsyonê Meral Daniş Beştaş jî destnîşan kir ku erêkirina rapora hevpar dîrokî ye û wiha got: “Bi 47 dengan qebûlkirina raporê pirr girîng e. Ev jî nîşan dide ku bi milyonan kes piştgiriya pêvajoyê dikin. Ji bo pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, daxwaza avakirina mekanîzmayeke pir girîng bû. Herwiha pênaseya azadiya raman û fikir di çerçoveya ‘terorê’ de nayê binavkirin. Ji bo hiqûqa Tirkiyeyê pir girîng e. Yek jî xala girîng ji bo mafê hêviyê ye û penaseya berdana bi şert e. Divê aktorê serekê yê pêvajoyê birêz Ocalan bi awayekî azad bikaribe bixebite. Ji niha şûn ve divê êdî xebatên qanûnî demildest bên kirin.”
 
Nûçeyên Têkildar
Sezaî Temellî: Gel li bendê ye ku qanûna taybet demildest bê Meclisê
Sezaî Temellî: Gel li bendê ye ku qanûna taybet demildest bê Meclisê

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, îşaret bi qanûnên taybet ên li bendê ye di çarçoveya pêvajoyê de bên derxistin û got: “Gel li bendê ye demildest bên Meclisê.”

Beşdarên deklarasyona Newroza Stenbolê: Dê bibe Newroza azadî û yekitiya demokratîk
Beşdarên deklarasyona Newroza Stenbolê: Dê bibe Newroza azadî û yekitiya demokratîk

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî eşkerekirina Deklarasyona Newrozê ya li Stenbolê axivî û got ku Newroza îsal dê bibe Newroza aştiyeke birûmet, azadî, demokrasî û yekitiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn.

'Têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê yê jinan dê bidome’
'Têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê yê jinan dê bidome’

DEM Partiyê, diyar kir ku ji bo mafê jiyanê yê wekhev, azad û bêtundî yê jinan dê têkoşîna xwe bidomînin.

Şandeya Îmraliyê: Fîgen Yuksekdag û Demîrtaş dixwazin di şertên azad de tev li pêvajoyê bibin
Şandeya Îmraliyê: Fîgen Yuksekdag û Demîrtaş dixwazin di şertên azad de tev li pêvajoyê bibin

Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar, got: “Baweriya Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş a bi pêvajoyê tam e. Dixwazin di şertên azad de tev li pêvajoyê bibin.”

Şandeya Îmraliyê çû serdana Fîgen Yuksekdagê
Şandeya Îmraliyê çû serdana Fîgen Yuksekdagê

Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldna û Mîthat Sancar çûn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê û Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ziyaret kir.