27 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin

Parve bike:

WAN - Di roja ewil a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de li Wanê 8 jinan xwe bi bariyeran ve zincîr kiribû. Ji wan jinan Hanîfe Koçar û Kewê Işik, ji wê rojê heta niha ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin. 

 
Bi serkêşiya DYA û bi hevkariya dewletên NATO’yê û nokerên wan ên herêmî, di 15’ê Sibata sala 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî hate kirin. Komploya navneteweyî, bi berxwedana Abdullah Ocalan û gelê Kurd vala hate derxistin. Ji 9’ê Cotmeha 1998’an ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket heta 15’ê Sibatê, gelê Kurd û dostên wan li her dera cîhanê bertek nîşanî komployê dan. 
 
XWE BI BARIYERAN VE ZINCÎR KIRIN   
 
Yek ji van çalakiyan ên herî bibandor jî di 15’ê Sibatê de li Wanê hate jiyîn. 8 dayikên li Wanê hatin gel hev, ji bo protestokirina komployê, li devera herî navendî ya bajêr xwe bi bariyerên hesin ve zincîr kir. Dayikan heta demekê bi dirûşman komplo şermezar kir û piştre jî polîsan mudaxile kir. Di dema mudaxileyê de bariyer bi ser dayikan de hatin xwarê, zincîr hatin şikandin û dayik hatin binçavkirin. Dayik, bi rojan binçavkirî man û di bin çavan de tî û birçî hatin hiştin. Ji dayikan Hanîfe Koçak û Kewê Işik, têkoşîna xwe vegot. 
 
‘JI BO AZADIYÊ EM HER TIM LI KOLANAN BÛN’   
 
Hanîfe Koçakê, tecrîda li ser Abdullah Ocalan ku 27 sal in didome bi bîr xist û got ku ji roja komplo dest pê kirî heta niha di hemû çalakiyên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatine lidarxistin de cih girtiye û got: “Me ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan ji meş, grevên birçîbûnê û gelek çalakiyên cuda li dar xist. Weke Dayikên Aştiyê çi ketibe ser milê me, me ew kir. Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan em her tim li kolanan bûn. Roja hatiye girtin jî di nav de her tim daxwaza aştî û aramiya gelê Kurd kir. Ji bo ji zindanê derkeve em ê her tiştekî bikin.” 
 
‘ME TÊKOŞÎNA XWE DOMAND’  
 
Hanîfe Koçakê çalakiya di 15’ê Sibatê de bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Dema Rêbertiya me dîl hatî girtin, me 8 dayikan li ser Cadeya Mereşê xwe bi bariyeran ve zincî kir. Piştre jî polîsan êrişî me kir. Em bi lêdanê hatin binçavkirin. Ji temenê me şerm nekirin, îşkenceyên biran kirin. Çar rojan av û xwarin nedan me. Lê tekane daxwaza me azadiya fîzîkî ya rêbertiya me bû. Her wiha di dîrokên cuda de çûn pêşiya avahiyên AKP’ê. Me li wir jî çalakî kir. Em ketin hundir û me daxwaza azadiyê kir lê em li ser derenceyan kaş kirin û avêtin derve. Di demeke me li derve berxwedana xwe didoman de zarokên me jî di zindanan de greva birçîbûnê dan destpêkirin. Em ne ji bo mirinê, ji bo aştiyê têkoşiyan.” 
 
‘HER KES GIRIYA’  
 
Di berdewam axaftina xwe de Hanîfe Koçakê got ku dema Abdullah Ocalan hatî girtin, her kes digiriya û wiha pê de çû: “Dema me nû bihîstî em ser hişê xwe çûn. Keça min ji hundir baz da û got; ‘Daye rabe, Rêbertî hate girtin.’ Lê me bawer nedikir. Dîwarên malê bi ser min de hatin û ji malê derketim û min xwe avêt kolanê. Li kolanê qîriyam û min got ‘Rabin, Rêbertî hate girtin.’ Her kesî dest bi girî kir. Em ji Rêberê xwe bawerin û heta ji hêla fîzîkî ve azad dibe jî dê têkoşîna me bidome.” 
 
‘EM BI WÊ HÊVIYÊ DIJÎN’   
 
Kewê Işikê jî komploya navneteweyî şermezar kir û got: “Komplo hêj berdewam e. Em Kurd di tariyê de hiştin. Tiştên gelek giran bi serê me anîn. Me, komplo li ser televîzyonê bihîst. Ew xebera reş mîna agirekî malên Kurdan şewitand. Çar rojan me li malên xwe xwarin çênekir, ronahiyên xwe venekir, tî, birçî û di tariyê de man. Em digiriyan û li kolanan me daxwaza azadiya Rêbertiya xwe kir. Ji roja komployê heta niha me li ber xwe da. Birêz Ocalan hêz ad me. Çi dibe bila bibe heta birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe em ê li kolanan bin. Heta ku em sax bin dê dev ji daxwaza aştiyê bernedin. Dewletê, bi dijwarî êrişî her çalakiya me ya ji bo azadiya birêz Ocalan kir. Em, her tim bi hêviya azadiya birêz Ocalan jiyan.”     
 
 
Nûçeyên Têkildar
Abdullah Ocalan: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e
Abdullah Ocalan: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, wiha got: "Birêz Ocalan got ‘Statuya min girîng e. Divê ev mijar bê zelalkirin. Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e.’”

Michael Lowy: ‘Mafê hêviyê’ ji bo gelê Kurd gava yekem a azadiyê ye
Michael Lowy: ‘Mafê hêviyê’ ji bo gelê Kurd gava yekem a azadiyê ye

Sosyologê navdar Michael Lowy ku yek ji wan 33 ramangêrên cîhanî ye ku ji bo sepandina "mafê hêviyê" bang li Tirkiyeyê kiribûn, got: "Mafê hêviyê, di rêya azadiya gelê Kurd de gava yekem e."

'Hûn nikarin mirovekî heta mirinê di girtîgehê de ragirin'
'Hûn nikarin mirovekî heta mirinê di girtîgehê de ragirin'

Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîmarê pêvajoya aştiyê ye û got: "Ji bo ku mîmarê pêvajoyê heta mirinê di girtîgehê de nemîne, divê pergala înfazê were guhertin. Hûn nikarin bi qanûnan mirovekî heta mirinê di girtîgehê de ragirin."

Nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî Rojhilata Navîn û Sûriyeyê
Nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî Rojhilata Navîn û Sûriyeyê

Abdullah Ocalan, çareseriya di navbera Kurd û Tirkan de weke “çareseriya Rojhilata Navîn” dinirxîne û têkildarî geşedanên dawî gelek caran balê dikişîne ser polîtîkayên Ingilîzan.

Temellî: Pêşaniya qonaxa duyem azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e
Temellî: Pêşaniya qonaxa duyem azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ku bal kişand ser banga 27'ê Sibatê ya Abdullah Ocalan, got: "Pêşaniya qonaxa duyemîn azadkirina şert û mercên jiyan û xebatê ya birêz Ocalan e."