WAN - Welatiyên Wanê bal kişandin ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: "Abdullah Ocalan sembola hebûna me ye û em dixwazin ew bi awayekî azad rêbertiya me bike."
Di ser dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi komployekî navneteweyî re 27 sal derbas bûn. Tevî şert û mercên giran ên tecrîdê û nebûna peywendiyan, tê destnîşankirin ku girêdana navbera gel û Abdullah Ocalan her ku diçe xurttir dibe. Milyonan kes Abdullah Ocalan wekî rêberê xwe qebûl dikin û welatiyên Wanê yên ku ji me re axivîn, vê dilsoziyê carekî din tînin ziman.
Hazal Suverê diyar kir ku ji roja dîlgirtina Abdullah Ocalan û vir ve ew di nav xemgîniyê de ne û ev tişt got: "Hîn jî bandora wê komployê li ser me heye, ji wê rojê ve em êşekî mezin dikişînin. Abdullah Ocalan di dilê me de ye. Di pêvajoya aştiyê de her tim qala 'mafê hêviyê' tê kirin lê dewletê hîn gavekî şênber neavêtiye. Em li benda berdana hemû girtiyan in lê rewşa Abdullah Ocalan ji bo me di rêza pêşîn de ye. Ew sembola hebûna me ye. Ez ji Abdullah Ocalan pir hez dikim û azadiya wî ji bo min tişta herî girîng e."
'EM AZADIYA ABDULLAH OCALAN DIXWAZIN'
Mehmet Çelîk destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bi dehan sal in têkoşîna bi rûmet a Kurdan diparêze û jiyana xwe di vê rêyê de feda kiriye û wiha axivî: "Abdullah Ocalan rêberê gelê xwe ye. Çawa ku serokê her gelekî heye, ew jî serokê me ye. Ji ber ku doza mafê Kurdan kiriye, niha girtî ye. Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin û em dixwazin ku ew bi awayekî azad serokatiya me bike."
'JI KOMPLOYÊ HETA NIHA KRÎZ BI DAWÎ NEBÛN'
Welatiyê bi navê Ferhat Tekke anî ziman ku gel nikare bê rêber bimîne û got: "Heke rêberê gelekî di nava civaka xwe de nebe, pirsgirêkên wê civakê jî bi awayekî mayinde çareser nabin. Ji roja dîlgirtina wî ya 15’ê Sibatê û vir ve krîz bi dawî nebûn û ji pirsgirêkên civakî re çareserî nehat dîtin."
'EM JI AZADIYA OCALAN BI HÊVÎ NE'
Mehmet Burta diyar kir ku divê tavilê Abdullah Ocalan azad be wiha axivî: "Em ji pêvajoya nû û azadiya Abdullah Ocalan bi hêvî ne. Înşallah di demekî nêz de ewil Abdullah Ocalan û piştre hemû girtiyên siyasî azad bibin û her kes ji vê pêvajoyê qezenc bike."
'KOMPLOGER BI SERNEKETIN'
Seyfettîn Burta jî destnîşan kir ku komplogeran bi serneketin û got: "Li ser Abdullah Ocalan komployekî qirêj pêk anîn lê bi ser neketin. Heke di pêvajoyê de jidil bin, bila Ocalan serbest berdin. Kurdan ji bo vê berdelên mezin dan. Heke em îro dikarin nasname û zimanê xwe biparêzin, ev bi saya têkoşîna wî ye."