Akademîsyen Miley: Azadiya Abdullah Ocalan parçeyekî aştiyê ye

Parve bike:
ENQERE -  Akademîsyenê Zanîngeha Cambridge Thomas Jeffrey Miley, destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku bi komploya navneteweyî ev 27 salan in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin "parçeyekî esasî yê aştiyê ye."
 
Komploya navneteweyî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kiribû û di 15'ê Sibata 1999'an de bi anîna wî ya Tirkiyeyê berdewam kiribû, kete sala 27'an. Piştî vê komploya ku bi destê DYA'yê û hêzên hevkar pêk hat, li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê li dijî Abdullah Ocalan hate sepandin.
 
Akademîsyenê Zanîngeha Cambridge Dr. Thomas Jeffrey Miley ê ku di nava kampanyayên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de cih digire, komplo û bandora ramanên Ocalan a li ser herêmê nirxand.
 
BANDORA ABDULLAH OCALAN
 
Miley diyar kir ku Abdullah Ocalan di bin şert û mercên tecrîdê de jî lêgerîna xwe ya azadiyê didomîne û ev tişt got: "Girtina wî, girtina çiraya azadiyê ye. Hewldana girtina Ocalan, bi armanca bêdengkirina ramanên wî û astengkirina bandora wî ya li seranserê cîhanê hat kirin. Wî ji bo modernîteya demokratîk çarçoveyekî teorîk a pir girîng pêş xist û ev lîteratur bûye îlhama bi milyonan mirovan."
 
Miley destnîşan kir ku fikrên Ocalan, li cihê ku berî 27 salan lê hatibû revandin (Kenya/Nairobi) jî bibandor in. Miley da zanîn ku wî li Nairobiyê wext derbas kiriye û wiha pê de çû: "Mirovên li Nairobiyê dema fikrên Ocalan dibîhîzin, bi coşekî xurt pêşwazî dikin. Ev yek nîşan dide ku ramanên Ocalan agirê azadiyê hîn jî geş dihêlin."
 
 
Miley anî ziman ku heman raman li Rojava geş bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li cîhanê cihekî ku ronahî û alternatîfekê pêşkêş dike heye, Rojava yek ji ronahiyên herî geş ê cîhanê ye. Rojava li dijî desthilata hiyerarşîk a cîhanê, alternatîfa fikra demokratîk e antî kapitalîst, azadiya zayendî û ekolojiye esas digire."
 
Miley diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî salan carekî din bûye hedef û got: "Ocalan di paşxaneyê de rolek lîst û keda wî di destpêkirina pêvajoya muzakereya siyasî de hebû. Li gorî fikra min Ocalan di rêgirtina li ber qirkirin û hovîtiyê de rolekî mezin lîstiye. Rola Barzanî jî balkêş e, lewra Barzanî fêm kir ku tunebûna HSD'ê dê li Kurdistana Iraqê jî bandorê bike."
 
'AZADIYA OCALAN PARÇEYEKÎ AŞTIYÊ YE'
 
Miley destnîşan kir ku Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd e û divê tecrîda li ser wî bi dawî bibe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, sembola nenasîna mafên Kurdan e. Ji ber vê yekê, azadiya Ocalan parçeyekî esasî yê aştiya demokratîk a li herêmê ye û divê wisa be. Dema Ocalan dipeyive, hêvî çêdibe. Loma ez hêvî dikim ku bi pêvajoya aştiyê re dengê wî bêtir bê bihîstin. Bi vî awayî ramanên konfederalîzma demokratîk ne tenê li herêmên Kurdan, lê li Şam, Enqere û li her derê Rojhilata Navîn belav bibe. Divê şert û mercên tecrîda nemirovane bi dawî bibin. Ew bi fikra pêkvejiyana pirçandî ji bo bi milyonan mirovan dibe çavkaniya îlhamê. Ji ber vê bijî Ocalan, azadî ji bo Ocalan."
 
MA / Denîz Karabudak
Nûçeyên Têkildar
‘Heya Rêber Apo azad nebe aştî çênabe'
‘Heya Rêber Apo azad nebe aştî çênabe'

Endama Rêxistina DBP ya Amedê Muşeher Ulker û Dayika Aştiyê Meryeme Tura diyar kirin ku dewletê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên berbiçav neavêtine û daxwaza vekirina deriyên girtîgehan û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kirin.

Abdullah Ocalan: Divê rê li ber her kesî bê vekirin ku tevlî siyaseta demokratîk bibe
Abdullah Ocalan: Divê rê li ber her kesî bê vekirin ku tevlî siyaseta demokratîk bibe

Abdullah Ocalan, bal kişand ser girîngiya qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk û got: "Eger komîsyona ku li Meclisê hat avakirin dixwaze çareseriya aştî û demokratîk a di navê wê de pêk were, divê gavên ku mafê tevlîbûna siyaseta demokratîk û garantiyên qanûnî ji bo hebûna Kurd peyda dikin, bavêje."

Karsaz Demîrcî: Pêvajoya birêz Ocalan daye destpêkirin firsende
Karsaz Demîrcî: Pêvajoya birêz Ocalan daye destpêkirin firsende

Karsaz Osman Demîrcî, pêvajoya li Tirkiyeyê weke rêya rizgariya ji krîza aborî nirxand û got: “Pêvajoya aştiyêya birêz Ocalan daye destpêkirin û ji bo wê canê xwe daniye holê, di esasê xwe de aborî ye, refah e.”

Peyama Newrozê ya Abdullah Ocalan: Di destê me de ye ku em vê salê veguherînin sala azadiyê
Peyama Newrozê ya Abdullah Ocalan: Di destê me de ye ku em vê salê veguherînin sala azadiyê

Di pîrozbahiya Newrozê ya Amedê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin: “Di destê me de ye ku em îsal ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn veguherînin saleke rasteqîn a azadiyê.”

Ji bo rakirina tecrîdê û ‘mafê hêviyê’ kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
Ji bo rakirina tecrîdê û ‘mafê hêviyê’ kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Komîteya Parastina 'Mafê Hêviyê' û Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya Navneteweyî, ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û cîbicîkirina “Mafê hêviyê”, dest bi kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî kir.