Aldar Xelîl: Bi komployê xwestin li Rojava şerê gelan bidin destpêkirin

Parve bike:
RIHA - Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku piştî 27 salan, bi rêya komployekî mîna komploya navneteweyî li Rojava paradîgmaya "Neteweya Demokratîk" kirin hedef û got: "Xwestin Kurd û Ereban berdin hev. Heke ev lîstik bi ser biketa, dê şerekî 100 salan dest pê bikira."
 
Di ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû pêkanîn, 27 sal derbas bûn. Ev pêvajoya ku bi pêşengiya DYA'yê û bi tevlêbûna gelek dewletan hat birêvebirin, ne tenê wekî hedefgirtina kesekî, lê wekî mudaxaleyekî berfireh a ji bo ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn hat nirxandin. Hat destnîşankirin ku armanca bingehîn a komployê, paradîgmaya Ocalan a pêkvejiyana demokratîk, wekhev û azad e. Geşedanên dawî yên li herêmê û nîqaşên li ser modela li Rojava nîşan didin ku bandorên komployê hîn jî berdewam dikin.
 
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
‘XWESTIN ROJHILATA NAVÎN JI NÛ VE DÎZAYN BIKIN’
 
Xelîl der barê sedema destpêkirina komployê ya berî 27 salan de axivî û got ku ev hewildan li dijî fikra "pêkvejiyana gelan" a Abdullah Ocalan a ku dixwest li Rojhilata Navîn pêk bîne, astengiyek bû û ev tişt got: “Di esasê xwe de ev destpêka pêvajoyekî nû bû. Hêzên hegemonîk dema biryara mudaxaleya Rojhilata Navîn dan, xwestin rêya Rêber Apo bibirin. Armanca wan ew bû ku vê pêvajoya ku li Sûriyeyê dabûn destpêkirin, li tevahiya Rojhilata Navîn belav bikin. Mijar ne tenê pirsgirêka Kurd an jî rêberê partiyekê bû, heke wiha biba, nêzîkatiya wan a ji bo parçeyên din ên Kurdistanê dê cûda ba. Starta Şerê Cîhanê yê 3’yemîn dan û dîtin ku Kurd vîna herî çalak û xwedî hêza cewherî ya li herêmê ne. Xwestin Rêber Apo yê ku astengiya herî mezin a li pêşiya projeyên wan bû, ji holê rakin.”
 
‘STARTA KOMPLOYÊ HAT DAYÎN’
 
Xelîl anî ziman ku komployê kûrkirina aloziya li Rojhilata Navîn armanc dikir û wiha pê de çû: “Kurd ji Peymana Sykes-Picot a 1916’an û vir ve bêstatû hatin hiştin û xwestin ku Kurd bibin çavkaniya domdar a pirsgirêkên herêmê. Wan dixwest pirsgirêk li Rojhilata Navîn berdewam bike, loma çareseriya pirsgirêka Kurd nedixwestin. Tevgera Azadiya Kurdistanê jî li dijî vê modelekî nû pêşkêş dikir. PKK’ê ji sala 1993’an û vir ve armanc kir ku doza Kurd bi rêyên aştiyane çareser bike. Lê di vê pêvajoyê de Turgut Ozal hat kuştin û li dijî tevgerê operasyonên mezin hatin destpêkirin. Di sala 1998’an de dema Rêber Apo ji bo çareseriyekî aştiyane carekî din agirbest îlan kir, ji bo şikandina vê vînê starta komployê hat dayîn.”
 
‘ARMANC, ŞERÊ DI NAVBERA GELAN DE BÛ’
 
Xelîl diyar kir ku bi girtina Abdullah Ocalan şerê navbera gelan hatiye armanc kirin û wiha got: "Heke Kurdan stratejiya xwe bikira tolhildan;+, dijminatiya Kurd-Ereb, Kurd-Fars û Kurd-Tirk dê bigihîşta nuqteyekî ku vegera wê tune. Lê Rêber Apo li Îmraliyê got, ‘Ez ê nehêlim ku ev komplo bigihîje armanca xwe, ez ê biryarên hestiyar nedim’ û bi paradîgmaya xwe ya nû bersiv da komployê."
 
‘XWESTIN KOMPLOYÊ LI ROJAVA PÊK BÎNIN’
 
Xelîl anî ziman ku îro li ser Rojava planekî mîna hev di meriyetê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî 27 salan dîtin ku paradîgma li Rojava geş bûye û rê li ber kesên ku dixwestin gelan berdin hev hatiye girtin. Mudaxaleyên li Efxanistan, Iraq, Xeze û Lubnanê ji bo dîzaynkirina rêyên bazirganiyê û navendîbûna Îsraîlê li herêmê bûn. Li Sûriyeyê bi hincetên cûda bi armanca tunekirina Şêxmeqsûd, Eşrefiye û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş kirin. Armanca wan ne tenê rêveberî bû. Piştî 27 salan li Rojhilata Navîn hîn jî paradîgmayekî ku li ber xwe dide heye, xwestin rê li ber wê bigirin. Hêzên ku di komploya 1999’an de cih girtin, vê carê bi rêbazekî cûda êrîş dikin. Tiştê ku di 2014’an de bi destê DAIŞ’ê dixwestin bikin, îro bi destê çeteyên din dixwazin li Rojava pêk bînin.”
 
‘XWESTIN ŞERÊ KURD Û EREBAN DERXÎNIN’
 
Xelîl bi bîr xist ku modela Rojava li ser bingeha biratiya gelan û hişmendiya civaka demokratîk hatiye avakirin û axaftina xwe wiha domand: "Dema êriş dest pê kirin, ewil ev proje kirin hedef. Xwestin Kurd û Ereban berdin hev. Heke ev lîstik bi ser biketa, wê şerekî 100 salan dest pê bikira. Me bi xwedîderketina li projeya 'neteweya demokratîk' xwest em vê komployê têk bibin. Em nabin amûrê şerê Kurd û Ereban. Dijminatiya di navbera gelan de tê wateya ketina kemîna komployê."
 
‘KOMPLO HÎN JÎ BERDEWAM DIKE’
 
Xelîl destnîşan kir ku komplo hîn jî berdewam dike û hedefa wê rêveberiya Rojava ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hemwelatiyên vî welatî ne, divê em bi nasname û çanda xwe hebin. Çawa ku ji cihên din diçin Şamê û dikevin nav rêveberiyê, divê em jî di vê biryarê de bin. Çawa ku komek destûra bingehîn a Sûriyeyê dinivîse, çima em tê de nebin? Ew ê li ser navê me biryar bidin, çima? Armanca projeya me civakekî demokratîk û azad e. Heya hûn civakê azad nekin, hûn nikarin behsa edaletê bikin. Tesfiyekirina van nirxan bi xwe komplo ye. Em çiqasî xwedî li Kurdbûna xwe derkevin, divê em ewqasî xwedî li biratiya gelan jî derkevin.”
 
MA / Melîk Varol
 
Nûçeyên Têkildar
Li Rojava piştî Peymana 29’ê Çileyê çi gav hatin avêtin?
Li Rojava piştî Peymana 29’ê Çileyê çi gav hatin avêtin?

Rojnameger Dogan Cîhan diyar kir ku Peymana 29’ê Çileyê hêj tam bandor li qadê nekiriye û got: “Hinek gavên ewlehî, îdarî û teknîkî hatine avêtin lê ji ber nêzikatiya hikûmeta demkî, pêvajoya entegrasyonê temam nebûye.”

HTŞ’ê 74 gundên Kobanê talan kir
HTŞ’ê 74 gundên Kobanê talan kir

Komên girêdayî HTŞ’ê yên xwe ji 74 gundên Kobanê vekişandin, li van gundan talan û dizî kir.

Dorpêça li ser Kobanê di roja 41’an de didome: Krîza insanî giran dibe
Dorpêça li ser Kobanê di roja 41’an de didome: Krîza insanî giran dibe

Dorpêça li ser Kobanê di roja 41’an de didome. Nifûsa bajar 600 hezar kes derbas kiriye û krîzeke insanî rû daye.

Malbatên dîlgirtiyan li Qamişloyê çalakî li dar xistin: Zarokên me berdin
Malbatên dîlgirtiyan li Qamişloyê çalakî li dar xistin: Zarokên me berdin

Malbatên dîlgirtiyan ji bo berdana zarokên xwe li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kom bûn û banga berdana dîlgirtiyan kirin.

Ebdî: Peyman, ji bo em pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin bû vebijêrkek
Ebdî: Peyman, ji bo em pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin bû vebijêrkek

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî, diyar kir ku peymana hatiye îmzekirin ji bo ew pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin bûye vebijêrkek û got: “Daxwaza me xweserî ye. Lê di rewşa heyî de şertê qebûlkirina me ya hikûmeta Şamê tenê ‘rêveberiya herêmî’ ye.”