Gelê Rojava bajarên xwe diparêze

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Rojava, ji bo xurtkirina ewlehiyê û bersivdayîna hewldaneke DAIŞ’ê, piştgiriya xwe ya bi hêzên ewlekariyê re didomîne. 

 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, seferberiya li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê hatibû ragihandin didomîne. Gelê Rojava, ji bo herêmên xwe ji DAIŞ’ê biparêze, li her noqteyê nobetê digire û piştgiriyê dide hêzên ewlekariyê. 
 
Gel, di têketin û derketina bajaran de noqteyên parastinê û tabûr ava kiriye û hewl dide ji banga seferberiyê re bibe bersiv.