NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî mirina 4 filistînî û leşkerekî Îsraîlê, li Gazzeyê di navbera Îsraîl û Filistînê de agirbest pêk hat.
Hamasê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku piştî mirina 4 filistînî û leşkerekî Îsraîlê, bi navbeykariya Misir û aliyên navneteweyê, di navbera tevgerên Filistîn û Îsraîlê de li Gazzeyê agirbest pêk hatiye.