* Hediye Zîrekbîlek a keça Simkoyê Şikakê ku ji bo azadiya kurdan têkoşiyaye û 88 sal berê hatiye kuştin wiha vegot: “Kurd îro çi dixwazin Simko jî di wî demê de heman tiştan ji bo Kurdan dixwest.”
* Hevşaredara Artemêtan Rojbîn Sevîl Çetîn, diyar kir ku navendên qeyûman prototîpa hikûmetê ye û got: “Gel dixwaze demildest ji pêkanînên qeyûmê rizgar bibin.”
* Bêrîvan û şivanên ku derketine zozanên di nav sînorên Wan, Colemêrg û Şirnexê de diyar kirin ku her roj heron di ser wan re diçin û tên.
* Serokê Şaxa Komeleya Daristanvanan a Tirkiyeyê ya Rojavayê Derya Spî Prof. Dr. Tuncay Neyişçî diyar kir ku şewata daristanan ji sedî 95 ji ber mirovan pêk tê û lazim e wezaret meseleyê fêr bike ku mirov bi daristanan re li hev in.
* Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan ji bo kabîna nû da zanîn ku “Ew kabîne divê ne tenê wek Kabîna Şer divê wek kabîneya talanê jî bê pesendkirin.”
* Parêzerê Komeleya Mexdûr û Mirinên bi Guman ên Leşkeran Ahmet Çevîk diyar kir ku mirênên bi guman ên leşkeran ên dema hewldana Darbeya 15’ê Tîrmehê û piştî hewldana darbeyê, nehatine zelalkirin. Çevîk, anî ziman ku bi armanca pêşîgirtina mirinên bi guman ên leşkeran, divê mafê reda wijdanî bê nasîn.
* Guler Tunç li gel êşên ku kişandiye jî wek dareke çinarê mezin dibe. Herkes ew wek dayika Bêkes nas dike. Lê ew li gel temenê xwe yê ciwan jî wek jineke Botanê gelek tişt di jiyana xwe de bi cih kiriye. Tunç a ku êşên 3 salên dawîn dikişine bi hêvî ye.
* HDP’ê bi beşdariya hevserokên xwe yên giştî û parlamenteran di roja duyemîn de dê li kampa li Wanê civîna çapemeniyê li dar bixe. Hevserokên Giştî yên HDP’ê pirtûka “Uç Kirik Dal” a Îdrîs Baluken li Omedya Kafeyê îmze bikin. (09.30-18.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin dê bi daxwaza kujer bên darizandin di hefteya 695’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe dewam bikin. Dê vê hefteyê ji bo xebatkarê çapemeniya azad Ferhat Tepe edalet bê xwestin. (12.00)
* Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê piştî OHAL’ê yekem car di hefteya 493’yemîn de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu çalakiya rûniştinê li dar bixe. (12.00)
* Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” di hefteya 440’êmîn de li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Konakê dewam bike. (13.00)
* Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê dê bi çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 330’yemîn de li Qada Galatasarayê balê bikişîne ser rewşa girtiyan. (13.30)