Meclisa Jinan a PYD’ê têkildarî dorpêça li ser Kobanê daxuyanî da
- Jin
- |
- 8 Sibat 2026 15:33
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a PYD’ê têkildarî dorpêça li ser Kobanê daxuyanî da û ji bo rakirina dorpêçê û vekişîna hêzên êrişkar ji dora bajar, bang li saziyên însanî kir.
Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokraîtk (PYD) ya şaxê Kobanê têkildarî dorpêçakirina Kobanê ji aliyê komên hikûmeta demkî ve daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya navenda PYD’ê ya Kobanê hat dayin. Endamên meclisê tev li daxuyaniyê bûn. Endama meclisê Bedîa Miho daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de kiryarên komên girêdayî hikûmeta demkî û dorpêça li ser bajar hatin şermezrakirin û wiha hate gotin: “Careke din dîroka Rojava xwe dubare dike. Çawa di şerê Kobanê yê sala 2014’an de her çar parçeyên Kurdistanê û gelê me yê derveyê welat xwedî li Kobanê derketin, îro jî bi serhildanên xwe xwedî li nasnameya kurdewarî derketin."
Meclisa Jinan a PYD’ê bang li rêxistin û saziyên mirovî kir ku erkên xwe bi cih bînin, dorpêça li ser Kobanê rakirin û hêzên hikûmeta demkî ji gundewarên Kobanê vekişin da ku xelkên wan deveran vegerin cih û warên xwe.