WAN – Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca bertek nîşanî lêpirsîna ku bi hinceta beşdarî merasîma cenazeye gerîlayê HPG’ê Devran Baysal bûye, derbarê wê de hatibû destpêkirin da û got ku ew ewladê gelê kurd in, êşa gelê xwe wek êşa xwe zanin û dê lêpirsîn nikaribîn wan ji vîna wan dûr bixin.
Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bi hinceta ku beşdarî merasîma cenazeye gerîlayê HPG’ê Devran Baysal bûne, der barê parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Ûca û Mehmet Ruştu Tîryakî lêpirsîn da destpêkirin. Ûca ku li Wanê beşdarî qampa partiya xwe bû têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku kes nikare nasnameya cenazeyan bide lêpirsînkirin, dîrokê de mînakeke wiha tune ye û cenazê kî dibe bila bibê dê beşdarî merasîma cenazeyan bibin.
Ûca texrîbkirina û revandina cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên Goristana Xerzanê ya Bedlîsê bi bîr xist û destnîşan kir ku siyaseta AKP’ê gihîştiye cenazeyên gelê kurd û ev tişt anîn ziman: “Em zarokên vî gelî ne û ev gel ji ber ku ji me bawer kir, em hilbijartin. Em ê li vî gelê xwedî derkevin û peywira xwe parlamenteriyê bi cih bînin. Em bi êş û hezkirina vî gelî re bûne yek û dê êşa wan parve bikin.”
Ûca bi bîr xist ku çapemeniya alîgir ve bi awayekî zanebûn beşdarbûna wan a cenazeyan dike rojevê û wiha pê de çû: “Erdogan ji bo pergala xwe ya dîktatoriyê ava bike dixwaze rojeve bi ser me ve biguherîne. Dixwazin hebûna bi ser cenazeyan de bidomînin, lê divê baş bizanibin ku dê em ji lêpirsîn, girtin û êrîşan na tirsin. Lêpirsîn nikarin me ji vîna me dûr bixin.
Ûca agahiyeke balkêş jî parve kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nûçegihanê Ajansa Anadoluyê (AA) jî beşdarî merasîmê bû, lê gel bertek nîşanî nûçegîhan da. Li ser vê yekê nûçegîhan xwe gihand min û li xwe mikûr hat ku polisan ew ji bo kişandine dîmenên me şandine merasîmê. Bi rêya nûçegîhanê AA’yê dixwazin me lînç bikin. Ev provakasyon û kampanyayên linçe perçeyek e polîtîkayên dewletê yên li hemberî gelê kurd in.”