ŞIRNEX – Li Çiyayê Cûdî ku duh piştî destpêkirina operasyona leşkerî şewat derket û ji ber şewatê bi dehan dar şewitîn, hê jî didome.
Şewata ku duh piştî operasyona leşkerî, li Çiyayê Cûdî ya Şîrnexê derketibû, berdewam dike. Operasyon bi beşdariya hejmarek zêde leşker û cerdevan destpêkiribû. Şewata ku li bejahiya bajaroka Gundikê Melê û Gundikê Remo derket, heta niha hejmareke zêde dar şewitandin. Her wiha zeviyên gel jî ji şewatê zirarek mezin dîtine.
Tê gotin ku şewat ji ber topên ku ji qereqolên herêmê hatine avêtin, derketiye. Her wiha li gorî çavkaniyên li herêmê, ji ber heman sedemê şewat li mile Çiyayê Cûdî yê Silopyayê jî derketiye.
AGIR NAYÊ VEMIRANDIN
Bi hinceta ku herêma operasyonê ye leşker welatiyên ku dixwazin agir vemirînên asteng dikin û her wiha ji aliye saziyên fermî ve jî bi tu awayî agir nayê vemirandin.