Li Kolombiyayê ji bo Rojavayê çalakî tên rêxistinkirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser bangewaziya seferberiyê ya ji bo parastina Rojavayê, gelên Amerîkaya Latîn li gelek bajar û herêmên cuda yên parzemînê ji bo rêxistinkirina çalakiyên cuda xwe amade dikin.
 
Piştî êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Rojavayê, li gelek deverên cîhanê ji bo xwedîlêderketina li berxwedana Rojavayê bertek û çalakî dest pê kirin. Yek ji wan deverên ku ev çalakî domdar in jî parzemîna Amerîkaya Latîn e. Gelên Amerîkaya Latîn li gelek deverên parzemînê ji bo parastina Rojavayê çalakî û bernameyên cuda birêxistin dikin.
 
Di 22’yê Çileyê de, li paytexta Bogotayê komek pêşeng a ji dehan kesan a ji kolektîfên civakî, tevger û rêxistinên cuda yên cuda li hev civiyan û hin çalakiyên ku dê ji bo piştgiriya şoreşa sedsala 21’emîn a ku bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk tê teşegirtin, bi pêşengiya jinan komûn pêş ketine, bi avahiya civakî û gelêrî ya Konfederalîzma Demokratîk ji cîhanê re bûye îlhamekê, plankirin.
 
Di civîna li Bogotayê de rewşa êrîşên ku Rojava ji 6’yê Çile û vir ve rû bi rû maye hate nirxandin. Di heman demê de ev rewş di çarçoveya şerê cîhanê yê sêyemîn û guherînên jeopolîtîk ên di hundirê pergala kapîtalîst a cîhanî de hate nirxandin. Di vê pêvajoyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna hêzên hegemonîk ên cuda ji bo kontrolkirina rêyên enerjiyê û bazirganiyê yên cîhanî dibe sedema zêdebûna pevçûn û şerên ku gelên cîhanê dijîn. Di nîqaşên hatin kirin de derket holê ku pêwîste deng bi awayekî bihêz ji bo parastina Rojava û bajarê dîrokî yê Kobanê yê niha di bin metirsiyê de ye bê bilindkirin.
 
Di çarçoveya piştgiriyê de hin çalakî hatin plankirin; ev çalakî dê di 24’ê Çile roja Şemiyê de dest pê bikin û heta dawiya hefteyê bidomin. Rêxistinên cuda hefteyeke çalakiyê ya ku ji xebatên afîşên piştgiriya Rojava, mobîlîzasyonên civakî, protesto û bûyerên çandî pêk tê plan dikin û bi vî awayî beşdarî bangewaziya enternasyonalîst dibin.
 
Hin kesên beşdarî civînê bûn peyameke bi dîmen şandin ku tê de ev gotin hebûn: “Ji Kolombiyayê heta Kurdistanê, parastina Kobanê, parastina Rojava, parastina Abya Yala; parastina jiyanê ye.”