Ciwanên Dirbêsiyê ji bo koçberan seferber bûn

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN -Ciwanên ji bajarê Dirbêsiyê alîkariyê mirovî ji bo piştevaniya koçberên Serêkaniyê û Efrînê dan.
 
Ji ber berdewama êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taxên Helebê, bi hezaran malbat ji ber komkujiyan û binpêkirinan bi darê zorê koçberî bajarên kantona Cizîrê, di nav de bajarê Dirbêsiyê bûn û li navendên hewandina demkî û dibistanan hatin bicihkirin.
 
Ciwanên ji bajarê Dirbêsiyê jî destpêşxerêya mirovî ji bo piştevaniya koçberên ji Serêkaniyê û Efrînê yên ji Reqayê hatine da destpêkirin. Ciwanan alîkarî li dibistana Şehîd Roza Cûdî, dibistana Şehîd Ebdurehman Elî Necmî û dibistana Perwerd Zîlan belav kirin.
 
Ciwanan li koçberên di wan dibistanan de xurek, betanî, nivîn, derman û pêdiviyên zarokan belav kirin ku zehmetiyên koçberiya bi salan sivik bikin.