NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê ku li Gever, Bazîd û Erziromê daketin qadan berxwedana Rojava silav kirin. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku gelê Kurd li çar aliyê cîhanê ji bo Rojava rabûne ser piyan.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo protestokirina êrişên li ser Rojava girse li navçeya Gever a Colemêrgê li pêşberî avahiya DEM partiyê civiya û bi pankarta “Rojava rûmeta me ye” û bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Piştî meşê Parlamenterê DEM Partiyê yê Geverê Onur Duşmez, axivî û ev tişt gt: “Em carekî din dibêjin me em di berxwedana Kobanê de bi ser ketin. Em ê îro li Rojava bi ser kevin. Heta dilopa xwîna me ya dawî em ê Rojava biparêzin.”
AGIRÎ
Li navçeya Bazîd a Agiriyê girseyê xwest ku êrişên li ser Rojava bi meşê ve protesto bikin, lê meş ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Parlamentera DEM Partiyê Heval Bozdag, daxuyanî da û diyar kir ku gelê Rojava bi salan e li dijî DAIŞ’ê berdêlên giran dane û bi van êrişan destkefiyên gel tên hedefgiritn.
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” ve bi dawî bû.
ERZİROM
Li Erziromê ji bo protestokirina êrişan bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk meş hate lidarxistin. Piştî meşê Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beşta axivî û diyar kir ku gelê Kurd li çar aliyê cîhanê ji bo Rojava rabûne ser piyan û ev tişt got: “Ev sînor ji aliyê emperyalîstan ve hatiye xêz kirin. Xwişk û birayê me dema bên qetilkirin kes aram nabe. Kurd îro li mala xwe xef nakeve çavên wan.”
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.