Sal û 6 meh ceza li rojnamevan Altan hat birîn
- Rojane
- |
- 22 Çile 2026 20:33
- |
AMED - Li rojnamevan Serdar Altan bi îdiaya "porpgandaya rêxistinê" sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birin.
Rojnamevan Serdar Altan ê ku beriya niha ji ber parvekirinên xwe yên li ser X'ê doz lê hatibû vekirin, piştî biryara betalkirina ceza ya Dadgeha Îstinafê careke din hat darizandin. Danişîna doza Altan li Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê hat lidarxistin. Serdar Altan û parêzerê xwe tev li danişînê bûn. Tevî biryara Îstinafê jî dadgeha Amedê dîsa li Altan ceza birî.
DER BARÊ DOZÊ DE
Rojnameger Serdar Altan, ji ber parvekirinên xwe yên li ser hesabê xwe yê Xê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” kiriye hatibû darizandin. Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê di encama danişîna yekem de sal û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Altan birîbû.
Piştî ku parêzer Serdar Çelebî serî li Dadgeha Îstinafê da û xwest cezayê muwekîlê wî were xerakirin. AYM'ê biryara dadgeha herêmî nirxand û diyar kir ku ev ceza binpêkirina “mafê azadiya îfadeyê” ye. Li ser vê yekê, Îstinafê biryar da ku doz ji nû ve were lidarxistin û biryar bê xerakirin.
Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê ji nû ve hat hat lidarxistin. Dadgeha Amedê nêrîna Dadgeha Îstinafê li ber çavan negirt û di biryara xwe ya berê de israr kir. Dadgehê careke din bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” sal û 6 meh ceza li Altan birî.
Dadgehê, cezayê ku li Altan birî taloq kir.