Li Kurdistana Federe 'Kampanyaya Kezî' hat destpêkirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistana Federe, kampanyayek ji bo pêdiviyên mirovî yên li Rojavayê hat destpêkirin. 
 
Êrişên li ser Rojavayê berdewam dikin. Ligel vê, hewldanên hevgirtinê jî li Herêma Kurdistana Federe berdewam dikin. Li navçeya Kelar a herêma Germiyanê, kampanyayeke alîkariyê bi navê "Kampanyaya Kezî" ji aliyê hin welatiyên dilxwaz ve ji bo Rojavayê hat destpêkirin. Qada kampanyayê ku li ser Rêya Marînayê ya Kelarê hatiye avakirin, dê her roj ji sibehê heta saet 11:00'ê şevê vekirî be. Di çarçoveya kampanyayê de, mirov dikarin ji bilî bexşên madî, xwarin, pêdiviyên zarokan, derman û pêdiviyên zivistanê radest bikin.
 
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, kampanyayaya ku di asta neteweyî de ye, dê di 6 rojan berdewam bike. Welatiyên dilxwaz ên ku kampanyayê dan destpêkirin, bang li her kesî kirin ku bi hevgirtinê tevbigerin û gotin ku ev pêvajo berpirsiyariyeke exlaqî, mirovî û neteweyî ye.