Xelkê Kobanê li deriyê sînor li benda kesên ku dê ji Pirsûsê bên
- Rojane
- |
- 22 Çile 2026 18:51
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Pirsûsê berxwedana xwe ya ji bo derbasî Kobanê bibe didomînin. Ligel vê, xelkê Kobanê jî ji bo pêşwazîkirina kesên ku dê ji Pirsûsê bên hat ber deriyê sînor.
Xelkê navçeya Pirsûs a Rihayê ji bo piştgiriya berxwedana xelkê Kobanê li dijî êrişên HTŞê ber bi sînor ve meşiya. Tevî berf û sermayê jî, êrişên polîsan li dijî kesên ku li ser sînor berdewam dikin. Xelkê Kobanö jî ji bo pêşwazîkirina kesên ku dê ji Riha û Pirsûsê bên û dixwazin derbasî Kobanê bibin, ber bi deriyê sînor ve çû.