Berxwedana li Pirsûsê tevî binçavkirinan jî didome

Parve bike:
RIHA - Polîsan êrişî girseya ku dixwest ber bi sînorê Kobanê ve bimeşe kir. Tevî hemû êrişan jî berxwedan berdewam dike.
 
Bi deh hezaran kesên ku li navçeya Pirsûsê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ji bo protestokirina êrişên li ser Rojavayê yên ji aliyê HTŞ, DAIŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin kom bûn. Girse dema ku xwest ber bi sînorê Kobanê ve bimeşe, polîsan bi gaza rondikrêj êriş kir. 
 
Di êrişê de pênc kes hatin binçavkirin. Navên kesên hatine binçavkirin ev in: Berîtan Aksu, Muhsin Aydogdu, Mehmet Aslan, Muhammed Kaplan û Recep Bali. Her wiha hat ragihandin ku gelek kes jî birîndar bûne.
 
Bi deh hezaran kes ji Qada Cumhûriyetê ber bi sînorê Kobanê ve meşiyan û dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" berz kirin û tevî êrişên polîsan jî meşa xwe berdewam kirin. Berxwedana girseyê li kuçeyên Pirsûsê berdewam dike.