Fermandarê YPG'ê yê li Kobanê: Em ê nehêlin kes bikeve nava axa me

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji fermandarên berxwedanê yên li Kobanê Mehmûd Berxwedan, got: "Em ê nehêlin kes bikeve nav axa me."
 
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li dijî Rojavayê ji 6'ê Çileyê ve bênavber berdewam dikin. Ji 18'ê Çileyê ve êriş li ser herêmên Sirîn û Çelebiye yên Kobanê didomin. Şervanên HSD'ê bi tundî bersivê didin êrişan û berxwedana xwe didomînin.
 
Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mehmûd Berxwedan ku di êrişa DAIŞ'ê ya sala 2014'an de li bajarê Kobanê jî fermandarî kiribû, pêşketinên dawî yên li Kobanê nirxand. Berxwedan diyar kir ku êrişên li ser Kobanê piralî û cidî ne û got: "Divê raya giştî ji vê yekê haydar be. Êrişên li ser Kobanê ji 18'ê mehê ve bênavber berdewam dikin. Niha li Sirîn û Çelebiyê û derdora wê pevçûnên dijwar hene. Şer li dora Sirînê dijwartir dibe. 4-5 roj in ew bi tundî êriş dikin da ku pêşve biçin, lê rastî berxwedana şervanên me tên û derbên giran dixwin."
 
Berxwedan, bang li hemû derdorên şoreşger û demokratîk, bi taybetî yên li çar parçeyên Kurdistanê kir û got: "Ev banga me ji bo gelê me ye; divê em ruhê Kobanê vejînin. Komploya îro jî wekî ya sala 2014'an e. Êrişa li vir ne tenê êrişeke leşkerî ye. Êrişên li Kobanê ne tenê leşkerî ne. Niha, gelek pêdiviyên bingehîn ên wekî ceryan, av û xizmetên şebekeyê li Kobanê hatine qutkirin. Ger gelê me li her derê bi hesteke berpirsiyariyê tevnegere, ev dikare bibe sedema encamên xirab. Pêwîst e her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe û li kêleka gelê Kobanê bisekine." 
 
BERXWEDANEKE TOPYEKÛN
 
Berxwedan diyar kir ku wan bi berxwedaneke mezin li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin bersiv dane û got: "Hemû hêzên me, hêzên berxwedanê ne. Navên yekîneyên di nav wan de ne girîng in. Hemû yekîneyên me di berxwedana Kobanê de şer dikin. Gelê me jî li kêleka şervanên xwe li ber xwe dide. Navên yekîneyan êdî ji bo me ne girîng in. Me xeteke berxwedanê ya tevahî ava kiriye û em berxwedana xwe didomînin."
 
Berxwedan, bal kişand ser agirbesta ku ji aliyê HTŞ'ê ve hatiye ragihandin û got: "Li vir agirbest tune. Êriş duh jî berdewam kirin û niha jî berdewam dikin. Me dixwest rêz li agirbestê bigirin, lê ew wê binpê dikin. Êrişên xwe yên li dijî hevalên me didomînin."
 
‘AN EM Ê BI RÛMET BIJÎN AN JÎ EM Ê BIMIRIN'
 
Berxwedan, bi bîr xist ku şervan û gelê berxwedana Kobanê biryardariyeke zelal nîşan dane û got: "Em ê nehêlin kes bikeve nav axa me. An em ê bi rûmet bijîn an jî em ê hemû bimirin."
 
Berxwedan, serkeftina mezin a ku gel di sala 2014'an de dema ku êrişî Kobanê hat kirin bi dest xist, bi bîr xist û got: "Yanzdeh sal berê, Kobanê serkeftineke mezin bi dest xist. Kobanê li dijî DAIŞ'ê bi ser ket. Niha, piştî yanzdeh salan, êrişeke din li ser Kobanê heye. Di sala 2014'an de, gelê me li Pirsûs, Amed, Dêrsim û bi rastî jî li tevahiya Bakurê Kurdistanê li kêleka berxwedana Kobanê sekinî. Wan piştgiriyeke mezin da. Niha, em ji gelê xwe dixwazin ku bi heman ruhî piştgiriyê bide Kobanê û xwedî li berxwedana wê derkeve."
 
‘DIVÊ HER KES BERPIRSIYARIYÊ BIGIRE SER XWE'
 
MA / Omer Akin