Li Silêmaniyê bi hezaran kes ji bo Rojavayê bûn yek dil

Parve bike:
SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe, bi hezaran kes ji bo protestokirina êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê daketin kolanan û peyama yekîtiya gelê Kurd dan.
 
Li Herêma Kurdistana Iraqê, bertekên li hember êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê ji aliyê HTŞ, DAIŞ û hêzên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, zêde dibin. Li herêmê li hemû bajaran, gel daketiye kolanan û tevlî seferberiya giştî ya îlankirî dibin û peyama piştgiriyê ji bo Şoreşa Rojavayê didin. Li Silêmaniyê ku xwepêşandanên girseyî lê tên lidarxistin, gel bi rojan e li ser pêyan e. Serê sibê, bi hezaran kes li Kolana Seholeke ya navenda bajêr kom bûn û ji bo protestokirina êrişan meşeke girseyî li dar xistin. Beşdaran alayên YPG û YPJ'ê û ala fermî ya Herêma Kurdistana Federe, Ala Rengîn, hilgirtin. Di meşê de, dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana HSD'ê", "Bijî berxwedana Rojava" û "Yek, yek, gelê Kurd yek e" gelek caran hatin berzkirin û girseyê demeke dirêj meşa xwe domand.