NAVENDA NÛÇEYAN - Mamosteyên li bajarê Dirbêsiyê ku ji bo parastina bajarên xwe çek hilgirtin, ragihandin ku wê berxwedan bidome.
Li dijî êrişên ji aliyê HTŞ û komên paralîter ên ji aloyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Rojavayê, ji gelek derdoran kes tev lî banga seferberiya giştî dibin. Mamosteyên bajarê Dirbêsiyê yên Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya seferberiya giştî ragihandin. Daxuyanî li Dibistana Şehîd Roza Cûdî ji aliyê mamoste Zozan Erebo ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji 9’ê Çileyê ve çeteyên hikumeta demkî yên ku dewleta Tirk a dagirker desteka wan dike, êrişên xwe l ser gelê Kurd ê Rojava didomînin. Ev êriş wekî berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Di heman demê de ku ji bo pêkanîna komkujiyan li dijî gelê Kurd e.”
Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin: "Welatê bi berxwedanê û xwîna şehîdan hatine avakirin ne mimkun e ku ji aliyê çeteyên faşîst ve werin dagirkirin. Tevî êrişan jî şervanên me bi rihê fedaî berxwedana parastina gel dikin.”
Di daxuyaniyê de bêrêziya li hemberî cenaze û gorên şehîdan hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: "Lîstina bi cenazeyên şehîdan û keziyên wan tirsa dijmin nîşan dide.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îro roja berxwedan, rûmet û roja parastina hebûna dîrokî ye û wiha hat bidawîkirin: "Em mamoste pêşengên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne. Em tevlêbûna xwe ya serferberiya giştî û piştgiriya bi QSD û YPJ’ê re nîşan didin. Em ê şopdarên xeta şehîdan bin û heya dawiyê li ber xwe bidin.”