NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên ser rojavayê Kurdistanê li gelek bajarên Bakur hatin protestokirin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di çalakiyê de got: “Gelê Kurd jî, jinên Kurd jî dê li ber xwe bidin û serî natewînin.”
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê hatin protestokirin.
AMED
Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî êrişên ser Rojava, li navçeya Hênê daxuyanî da. Daxuyanî, li ber avahiya DEM Partiyê hate dayin û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Deng bide Rojava” hate hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Çetîn Aslan daxuyanî xwend. Aslan, êrişên ser Rojava weke sûcê li dijî mirovahiyê nirxand û xwest tavilê bên sekinandin.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî got ku tê xwestin êrişên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de dîsa di bîra Kurdan de bên zindîkirin. Halîde Turkoglûyê got: “Lê tiştek heye ku fêm nakin; ew jî gelê Kurd, jinên Kurd dê li ber xwe bidin û serî natewînin. Dê bi tu awayî nekarin Rojava teslîm bigirin. Ji ber ku Rojava destkeftiya gelê Kurd e, bîra gelê Kurd e, dîrok û pêşeroja gelê Kurd e. Rojava, modela jiyana birûmeta a gelê Kurd a li Rojhilata Navîn e. Sedema tirs û êrişa wan jî ev e. Dixwazin bi aqilê netewe dewletê sedsalên di bi Kurdan bidin windakirin. Lê ji bîr dikin ku Kurd ne Kurdên berê ne.”
Halîde Turkoglûyê got ku bi êrişan ruhê Rojava hedef tê girtin, êrişên li dijî bedena jinê bi bîr xist û got ku li dijî aqilê cîhadîst ew ê têkoşîna xwe bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin. Halîde Turkoglûyê got: “Gelê Kurd ne li Rojava ne jî li tu cihekî din dê serî netewîne. Em ê teslîm nebin û berxwedana xwe mezin bikin. Divê em 24 saetan li ser pêya bin.”
Halîde Turkoglûyê herî dawî banga tevlibûna mitînga “Hêvî û Azadiyê” kir ku dê di 25’ê Adarê de li Amedê were lidarxistin.
PLATFORMA TENDURISTIYÊ YA AMEDÊ DEST BI NOBETÊ KIR
Platforma Tenduristiyê ya Amedê li pêşîya Nexweşxaneya Selahattîn Eyûbî li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi çalakiya nobetê li dar xist. Endamên Platform Tenduristiyê ya Amedê tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li mirovahiyê ye” vekir û dowîzên, “Êrişên Rojavayê tên kirin, hêviya jiyan û aştiyê têk dibe”, “Ma mergî ra xişnerî”, “Li Rojava mirin hebe, li Amedê jiyan nabe” û “Bombekirina nexweşxaneyan sûcê mirovahiyê ye” hatin rakirin.
Serokê Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî Mehmet Zeydin Duran xwend. Duran di daxuyaniyê de destnîşan kir ku şer tenê bi mirinan nabe sedema têkçûnê û got: “Şer ne tenê bi kuştina rasterast, lê her wiha bi bêavbûn, nexweşiyên belavbûyî, travmayên ruhî, astengkirina gihîştina xizmetên tenduristiyê û xizaniyê jiyanê tehdîd dike. Bi vê aliyê re şer yek ji pirsgirêkên herî giran û herî bi hêsanî ku dikare were astengkirin, yên tenduristiya gelan e.”
Duran daxuyaniyê de daxwazên Platforma Tenduristiyê jî bi zelalî rêz kir û got: “Li gorî daxuyaniyê, hemû êrişên leşkerî yên ku sivîlan hedef digirin divê bilez rawestin; saziyên tenduristiyê, karkerên tenduristiyê û binpêkirina mafên av û enerjiyê divê li gorî qanûna navneteweyî werin parastin; polîtîkayên koçberkirina bi zor û destwerdanên demografîk divê bidawî bibin û komîsyonên navneteweyî yên serbixwe divê binpêkirinên mafên mirovî û sûcên şer li deverê bi awayekî lez û hûrgulî lêkolîn bike.
Duran daxuyaniya xwe bi van gotinan qedand: “Careke din em diyar dikin; şer pirsgirêkek tenduristiya gelan e. Aştî jî xizmeta herî bingehîn a parastina tenduristiyê ye. Li Rojava hedefa jiyanê tê girtin, ne tenê ya gelên li wir dijîn, lê ya hemû mirovahiyê ye.”
Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
ÇEWLIG
Rêxistina DEM Partiyê ya Kanîreş a Çewligê jî ber bi devera Dortyolê ve meş li dar xist û êriş protesto kir. Piştre jî daxuyanî hate dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Hevserokê DBP’a navçeyê Ozkan Bîngol di daxuyaniyê de axivî û got ku xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye. Ozkan, diyar kir ku divê raya giştî ya navneteweyî dengê xwe derxîne û êrişan bide sekinandin.
Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.
WAN
Li Wanê çalakiyên li dijî êrişên li ser rojavayê Kurdistanê di roja 4’emîn de bi girseyî berdewam dike. Girseya li dijî êrişan li ber Van Mall AVM’ê civiya û xwestin bimeşin. Girse bi astengkirina polîsan ve li kolanan kom bûn û bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” meş li dar xist. Welatiyên piştgirî dane çalakvanan derbasî tev li girseya li ber Van Mall AVM’ê kom bûye bûn. Girseyê piştre daxuyanî da.
Wekîlê DEM Partiyê yê Wanê Mahmûd Dîndar di çalakiyê de axivî û bang li girseya ku ev çend roj in li dijî hişmendiya DAIŞ’ê li ber xwe didin û wiha got: “Ev sed sal in Kurd tên înkarkirin û li dijî vê înkarê jî Kurd têkoşîneke bêhempa 50 salan domandin. Birêz Ocalan ji bo jiyaneke hevpar û aştiyane di 27ê sibatê de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û pêvajoyek da destpêkirin. Divê bilez hûn vegerin ser maseyê û bi muzakereyan pirsgirêkan çareser bikin. Hûn niha piştgiriya hişmendiya ku serê mirovan jê dikin, dikin. Wê dîrok vê yekê binivîse. Hûn her tim dibêjin ‘Diş guçler’. Vê yekê baş bizanin ku ew hêz dê li ser vî welatî jî emeliyatekê bikin. Lewma, xiyanetê li Kurdan nekin.”
CIWANAN MEŞ LI DAR XIST
Piştî daxuyaniyê, bi sedan kes belavî kolanan bû û li Kolana Hunerê meş li dar xist. Polîsan êrişî ciwanên dirûşm berz dikirin kir û gelek kes hatin binçavkirin.
ERDEXAN
Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li mirovahiyê ye” hate hilgirtin. Hevserokê navçeyê Engîn Çelîk di daxuyaniyê de got ku Rojava rûmeta mirovahiyê ye û got: “Parastina Rojava ya li dijî çeteyên hov ên tu nirxên wan ên mirovahiyê nîne, erkekî mirovahiyê ye.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
AGIRÎ
Li navçeya Giyadîn a Agiriyê jî girseyê xwest meşê li dar bixe lê polîsan destûr neda. Li ser vê yekê daxuyanî hate dayin. Wekîlê DEM Partiyê Heval Bozdag di daxuyaniyê de got ku bi êrişên ser Rojava re pêkvejiyana gelan hedef tê girtin û got: “Rojava bi tenê nîne. Em bang li hemû gelan dikin ku xwedî li Rojava derkevin û ji bo çareseriyê dengê xwe bilind bikin.”