Komên girêdayî Şamê li Sirînê derbên giran xwar
- Rojane
- |
- 22 Çile 2026 14:08
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên ser xeta Sirînê yê li çolterê Kobanê hatin têkbirin û komên paramîlîter derbekî giran xwar.
HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li ser xeta Sirînê ya li çolterê Kobanê dîsa dest bi êrişê kir. Şervanên HSD û YPJ’ê jî bi çekên giran bersiva êrişan da. Êriş hate şikandin û di pevçûnan de wesayîteke doçkabarkirî, 2 motorsîklêt û wesayîteke bizirx hate îmhakirin.
Hat zanîn ku gelek endamên komên paramîlîter hatine kuştin.