Li Pirsûsê postereke mezin ê Abdullah Ocalan hate hilgirtin
- Rojane
- |
- 22 Çile 2026 14:00
- |
RIHA - Gelê ku ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve li Pirsûsê kom bû, posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirt.
Welatiyên ji bo protestokirina êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk hatin navçeya Pirsûsê ya Rihayê, li Meydana Cumhuriyetê posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirt.
Gelê ku beriya meşa ber bi sînorê Kobanê ve li meydanê kom bû, posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan ê bi nivîsa “Bê Serok jiyan nabe” hilgirt. Bi vekirina posterê re li qadê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” olan da.