NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişan daxuyaniyek da û got: “Em bang li dostên gelê Kurd dikin ku asta têkoşîn û berxwedanê mezintir bikin û destkeftiyên me yên bi bedeleke giran hatine bidestxistin biparêzin.”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên ser rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Em teqez dikin ku em bi tevahî pabendî agirbesta hatiye ragihandin û rêgirtina li ber herikîna xwîna gelê me û parastina ewlehî û îstiqrara herêma me ne. Lê komên çekdar ên girêdayî hikumeta demkî ya Şamê bi zanebûn û sîstematîk agirbestê binpê dikin û bi awayekî hovane êrişî sivîlan û herêmên me yên tijî niştecih, bi taybetî bajarê Kobanê û kantona Cizîrê dikin.
ÊRIŞÊN SER KOBANÊ NE ÊRIŞÊN LEŞKERÎ YÊN RÊZÊ NÎNIN
Êrişên li ser Kobanê êrişeke leşkerî ya ji rêzê nîn e, lê belê sûcekî şer e. Bajarê Kobanê xaleke veguherînê ya dîrokê ye û destêka qedandina rêxistina DAIŞ’ê ya terorîs bû ku gefeke mezin li ser tevahî mirovahiyê çêdikir. Îro Kobanê tê hedefkirin, ji ber ku sembola berxwedanê ye û cîhan parast. Kobanê îro ji ber êrişên domdar ên li ser binesaziya wê bê av, bê ceyran û bê xizmetên bingehîn hatiye hiştin. Herî dawî înternet li ser wê hatiye qutkirin û ji cîhanê hatiye dûrxistin.
ŞEREKÎ QIRKIRINÊ TÊ MEŞANDIN
Ya ku li Kobanê û kantona Cizîrê rû dide, bi taybetî li dijî gelê Kurd şerekî qirkirinê yê sîstematîk e, armanc jê şikandina îradeya gelê me û qedandina destkeftiyên wê ye. Tevahî cîhan şahidî ji binpêkirin û sûcên ku li dijî Kurdan, şervanên li Reqayê û herêmên din kir. Îro ev jî sûc dubare dibin, bêyî ku bersiv bê dayîn.
ÊRIŞAN BIDIN SEKINANDIN
Em êrişên hovane li ser gelê me bi tundî şermezar dikin. Em aliyên êrişkar berpirsên bandorên vê rageşiya xeternak dibînin. Di serî de Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, em bang li civata navneteweyî dikin ku tavilê êrişan rawestînin û sînorekî ji sûcên li dijî sivîlan re deynin.
BANGA JI BO DOSTÊN GELÊ KURD
Her wiha em bang li gelê xwe yê berxwedêr, dostên gelê Kurd ên li çar aliyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê dikin ku asta têkoşîn û berxwedanê xurt bikin, destkeftiyên bi saya şehîdan û berxwedana şervanan û îradeya gelê me yê azad hatine bidestxistin, biparêzin.
ROJ ROJA YEKITIYA NETEWEYÎ YE
Îro roja yekitiya neteweyî ye. Îro Kurd li çar aliyên Kurdistanê li hemberî sûcên qirkirinê di yekrêzî de ne. Dîrok dê vê berxwedanê bi tîpên zêrîn binivîsîne. Gelê me dê berxwedêr bimîne û bi mafê xwe yê azadî, rûmet û jiyanê ve girêdayî be."