Ji Veysî Aktaş banga ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’: Dema seferberiyê ye

Parve bike:
AMED - Veysî Aktaş ji bo mitînga "Hêvî û Azadî" ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hem jî li dijî êrişên li ser Rojavayê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kir û got: “Dema seferberiyê hatiye.” 
 
Platforma Saziyên Demokratîk dê di 25’ê Çileyê de li Meydana Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Azadiya Rêbertiyê, azadiya Rojavayê ye” mitînga “Hêvî û Azadiyê” li dar bixe. Di mîtînga ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin de, dê êrişên li ser Rojavayê jî werin protestokirin. Veysi Aktaş ê ku berê di Sekreteriya Îmraliyê de cih girtibû, diyar kir ku ev bang “Banga berxwedanê ya ji bo mafê hêviyê û azadiyê ye” û bang li hemû pêkhateyan kir ku beşdar bibin.
 
‘EV KOMKUJÎ HEMÛ MIROVAHIYÊ DIKE ARMANC’
 
Aktaş, destnîşan kir ku mitîng ne tenê kombûnek e, manifestoyek e ku bi berxwedana gelê di bin gefa tunekirinê de hatiye nivîsandin û ev tişt got:  “Îro em bi qêrîna ku ji kûrahiya herî kûr a tarîtiyê bilind dibe, bang dikin. Ji bo ku em di mitînga xwe ya bi daxwaza rêgezê mafê hêviyê û azadiyê de werin cem hev, rabin ser piyan” 
 
Aktaş wiha axivî: "Bifikirin; gelêk li ser axa xwe bi destên bi xwîn ên bermayiyên DAIŞ’ê tê qirkirin. Di nav giriyê pitikan de serî tên jêkirin. Laşên bêguneh tevlî axê dibin, keçên ciwan wekî xenîmeta şer tên desteserkirin û tên zincîrkirin. Mal tên talankirin, ocax tên vemirandin, mîrateya bav û kalên me tê talankirin. Ev şerê hebûn û tunebûnê yê gelêkî ye. Hawara gelêkî ye ku dixwazin bêstatû bihêlin, nasnameya wî jê bibin û di ber mirinê de ye. Em çawa dikarin bêdeng bimînin? Hovitî û wehşeta bermahiyên DAIŞ’ê sîleya ku li rûyê mirovahiyê hatî xistin e. Serî tên jêkirin, jin wekî xenîmet ji bo li bazarên koleyan werin firotin dîl tên girtin, zarok sêwî tên hiştin. Ev komkujî ne tenê gelêkî, hemû mirovahiyê dike armanc. Û ev ne tenê êrişek e, hewildanekî sîstematîk a ji bo tunekirina hebûna gelêkî ye."
 
‘BERXWEDAN NE VEBIJÊRK LÊ NEÇARÎ YE’
 
Aktaş bal kişand ser bêdengiya cîhanê û axaftina xwe wiha domand: "Hêzên navendî hesaban dikin. Kujer hatin cesaretkirin, mexdûr bi tenê hatin hiştin. Îro tenê ji bo ku Kurd sûdê jê wernegirin ‘mafê hêviyê’ û mafê azadiyê tê xespkirin. Dixwazin gelekî ji mafê diyarkirina çarenûsa xwe bêpar bihêlin. Dixwazin gelêkî mehkûmî koletiya bêstatû, bênasname û bêpêşeroj bikin. Lê li dijî vê zilmê berxwedan ne vebijêrkek e lê neçariyek e. Dema seferberiyê hatiye. Divê her kolan, meydan û dil di vê berxwedanê û di mitînga ‘mafê hêviyê’ û azadiyê de bibin yek.
 
Banga me ji bo gelê me yê xwedî wijdan û birûmet e: Dîmenên dehşetê bînin bîra xwe. Qêrînên ku li Rojavayê olan didin, ketina porên jêkirî li erdê, tirsa di çavên keçên ciwan de... Mal tên talankirin, çand tên tunekirin, dixwazin rihê gelêkî parçe bikin. Ev dojeha ku bi destê bermahiyên DAIŞ’ê tê ferzkirin, qirkirin e. Ev qêrîna gelêkî ye ku di navbera man û nemaê de asê maye. Li ber xwe bidin, rabin, em nasname û azadiya xwe ya ku dixwazin bêstatû bihêlin, paş de bigirin. ‘Mafê hêviyê’ mafê her mirovî yê xwezayî ye. Werin em vî mafî li meydanan bêqîrin. Di mitînga xwe de em vê zilmê şermezar bikin, komkujiyê lanet bikin. Werin em beşdarî mitînga ji bo Rêberê ku gelê di bin betonê de mabû, ji nû ve zindî kir, bibin.
 
DEMA SEFERBERIYÊ YE
 
Niha dema seferberiyê ye. Bila her yek ji we guh bide vê bangê. Cîran, xizm û dostên xwe kom bikin. Kolanan dagirin, em meydanan bihejînin. Ji bo ‘rêgeza mafê hêviyê’ û azadiyê em bibin yek. Ev mitîng qêrîna ji bo ‘mafê hêviyê’ ye, rawestîna li dijî qirkirinê ye, helwestekê demokratîk a li dijî komkujiyê ye û têkoşîna li dijî bêstatûbûnê ye. Werin em bi hev re bêqîrin. Ji bo mafê hêviyê û azadiyê rabin ser piyan, beşdarî mîtîngê bibin. Em di 25’ê Çileyê 2026’an de li Meydana Îstasyonê ya Amedê ne.”