Parlamentere Fransî: Me xwest Konseya Ewlehiyê ya NY’ê têkeve dewrê

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Partiya La France Insoumiseyê Parlamenter Thomas Portes, diyar kir ku bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li dijî êrişên ser Rojava nayê qebûlkirin û got: “Me ji Emmanuel Macron xwest ku Konseya Ewlehiyê ya NY’ê vexwîne civîna awarte.” 

 
Parlamenterê Fransî Thomas Portes, li dijî êiîşên qirkirinê yên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşan da û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron vexwend ku Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi lez bo gazî civîneke lezgîn bike.
 
Portes, diyar kir ku ew dixwazin di nav NY’ê de hêzeke navbeynkar an jî hêza parastinê ji bo parastina gelê Kurd bê bicihkirin û got: “Îro piştgirîkirina gelê Kurd peywireke exlaqî ye.”
 
‘EM Ê NÎQAŞÊN SER ROJAVA BIDOMÎNIN’
 
Bi domdarî Portes diyar kir ku wan Rojava di Meclisa Neteweyî ya Fransayê de anîne rojevê û ji bo vekirina nîqaşeke giştî li gorî maddeya 50-1 gavek avêtine. Portes, got ev gav dê nîqaşên li ser Sûriye û Rojava di parlamentoyê de bidin meşandin û hikûmetê neçar bike ku bikeve tevgerê. Her wiha got ku ev yek dê her koma siyasî neçar bike ku li ber raya giştî helwesta xwe eşkere bike.
 
‘PEJIRANDINA TERORÎSTAN NAYÊ QEBÛLKIRIN’ 
 
Portes, bi bîr xist ku di Çileya 2025’an de çûye serdana Kobanê û Qamişlo û li kampa El-Holê jî lêkolînên li cih kirine. Portes, got wêneyên sivîlên Kurd ên hatine hedefgirtin û agahiyên ku gelek endamên DAIŞ’ê hatine berdan, ew pir xemgîn kirine û wiha got: “Pejirandina Artêşa Milî ya Sûriyê ya bi dehan, bi sedan terorîstan berdan û hinekan jî xistina nav refên xwe, naye qebûl kirin.” 
 
‘BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ XIYANET E’ 
 
Portes, bi bîr xist ku gelê Kurd li şerê dijî barbarîtiya DAIŞ’ê de bû û wiha got: “Em jin û mêrên ku li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şer kirin û canê xwe dan ji bîr nekin. Yên ku DAIŞ têk birin ew bûn. Fransayê jî li ser axa xwe bêrdela vê terorê bi giranî daye.” Portes bêdengiya civaka navneteweyî wekî xiyanet binav kir û got divê Kurd neyên terikandin.
 
MODELA ROJAVA BI ZANEBÛN HEDEF TÊ GIRTIN
 
Portes bal kişand ser modela ku li Rojava hatiye avakirin û got ev model li seranserê cîhanê bûye çavkaniya îlhamê. Diyar kir ku ev model xeta demokratîk, wekheviya jin-mêr, edaleta civakî, ekolojîst û komunalîst temsîl dike. Û got cudakarî li ser rengê çerm, ol an jî kok nayê qebûlkirin û ji ber vê yekê Rojava tê hedefgirtin.
 
PIŞTGIRIYA ŞÊNBER
 
Portes bang kir ku komkujî bên rawestandin û mafên gelê Kurd bên mîsogerkirin û diyar kir ku di Destûra Sûriyeya nû de statuya gelê Kurd divê bi awayekî zelal bê naskirin. Wekî endam û parlementerên La France Insoumise, ew ê hemû îmkanan ji bo piştgiriya şênber a Macron û Fransayê ji gelê Kurd re bixebitînin û di çalakiyên li Parîsê de jî piştgiriya ji gelê Kurd re mezin bikin.