Belgeyên sûc ên HTŞ’ê radestî NY’ê hatin kirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Cinevê dijîn, dosyeyeke ji sûcên HTŞ’ê pêk tê radestî rayedarên NY’ê kir. 
 
Ji bo protestokirina êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê, bi hezaran Kurd li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê kom bûn. Gelek welatiyên Swîsreyê jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de bi dirûşman piştgirî dan berxwedana Rojava. Çalakvanan, bang li NY’ê kir ku êrişan bidin sekinandin û gavan biavêjin. 
 
Piştî israra zêde, rayedarên NY’ê hevdîtina bi çalakvanan re qebûl kir. Li ser navê Kurdan, komeke ji çar kesan pêk dihat çû hevdîtinê. 
 
Hevdîtin, bi sê rayedarên NY’ê yên ji maseya Rojhilata Navîn berpirsyar re hate kirin. Hevserokê Civaka Kurd a Demokratîk ê Cinevê Osman Tekîn got ku hevdîtin erênî derbas bûye. Tekîn, got ku wan, belge û dokumanên ji sûcên HTŞ û komên paramîlîter li dijî Kurdan kirin pêk dihat radestî rayedaran kirine. 
 
Tekîn, got ku wan xwestine NY ji bo sekinandina êrişan bikeve dewrê û sûcên dijî mirovahiyê yên çeteyan parve kirine. 
 
Tekîn, got ku rayedaran ji wan re gotine ew pêvajoyê dişopînin, sûcan qeyd dikin. 
 
Tekîn, herî dawî got ku heta êrişên ser Rojava bi dawî dibin dê çalakiya xwe berdewam bikin. Kurdistaniyên li pêşiya NY’ê piştre jî ber bi Stasyona Trênê ve meş li dar xist.