NAVENDA NÛÇEYAN - Zanyarê siyasetê û pisporê Rojhilata Navîn Prof. Abbas Valî diyar kir ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack wekî “karsazekî” tevdigere û hewl dide pergala mêtingeriyê ya berê jinûve saz bike. Valî, got: “Barrack, bi zîhniyeta bazirganekî tevdigere.”
Zanyarê siyasetê û pisporê Rojhilata Navîn Abbas Valî, beşdarî bernameya Medya Haber TV’yê bû û êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava nirxand. Valî, ji bo geşedanên li Rojava got: “Encamekî yekser ê polîtîkaya nakok a DYA’yê ya Rojhilata Navîn e. Tişta em îro dibînin ev e; avakirina hevsengiya hêzeke nû ya li Rojhilata Navîn û jinûveavakirina netewedewleta Sûriyeyê ye.”
STRATEJIYA AVAKIRINA PERGALA MÊTINGERIYÊ YA BERÊ YA LI SÛRIYEYÊ
Valî, anî ziman ku pergala tê xwestin îro li Sûriyeyê were avakirin, parçeyeke plana Amerîkayê ya “Aştiya Amerîkayê” ye û got: “Pax Americana, stratejiya ji bo jiholêrakirina curbicuriya demokratîk a Rojhilata Navîn û avakirina dewletên navendî û muhfazakar e. Anku, dixwazin pergala mêtingeriyê ya berê dîsa jinûve saz bikin. Ev pergal, rê li ber vedike ku gelên Kurd, Durzî, Elewî, Xiristiyan û Asur timî din bin zextê de bin.”
‘BARRACK BI MEJIYÊ BAZIRGANIYÊ TEVDIGERE’
Valî, anî ziman ku ev pergala tê avakirin ji hêla “karsazekî” rêgezên siyaseta demokratîk nas nake û rêzê jê re nagire ve tê sazkirin û got: “Ev kes, bi zîhniyeta bazirganiyê nêz dibe. Ez li vir behsa Tom Barrack dikim. Tom Barrack, bi fikra ‘pergalê’ tevdigere. Pergalekî bedela wê çi dibe bila divê were avakirin. Û li gorî nêrîna wî, ev pergal li gorî etnîka zêde tê avakirin. Îktîdarê didin wan û yên din tevek tên paşguhkirin.”