Ji şervanên Kobanê diparêzin peyam: Em bi ruhê 2014’an li ber xwe didin
- Rojane
- |
- 22 Çile 2026 12:25
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Şervanên HSD û YPJ’ê yên li Kobanê li dijî êrişan li br xwe didin, berxwedana salên 2014-2015’an bi bîr xist û got: “Em ê bi heman ruhî li ber xwe bidin. Em ê bi awayekî fedaî gel û xaka xwe biparêzin.”
Berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yên li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê berewame. Yek ji bajarê ku ji 7 salî heta 70 salî di nava seferberiyê de jî Kobanê ye. Şervanên HSD û YPJ’ê yên li dijî êrişan li ber xwe didini, têkildarî berxwedanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re peyameke bidîmen şand.
Şervana YPJ’ê Stêrk Cûdî, got: “Em niha li eniyan e. Kobanê di dorpêçê de ye. Ji sala 2014’an heta niha em di hedefa dijmin de ne. Lêbelê li dijî êrişan, gel û şervanan bi hev re li ber xwe da. Em ê îsal jî bi heman awayî li ber xwe bidin; di sala 2014’an de me li dijî çeteyan çawa li ber xwe dabe, em ê niha jî bi heman ruhî li ber xwe bidin. Em ê destûrê nedin êrişeke li ser Kobanê. Gelekî me yê fedaî heye û em ê axa xwe biparêzin.”