Baba Şêx banga berpirsyartiyê li civaka navneteweyî kir

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Baba Şêx Elî Şêx Elyas, diyar kir ku ew bi fikareke mezin geşedanên li Rojava diişopînin û bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyartiya xwe ya însanî û hiqûqî ya li dijî Rojava bicih bînin. 
 
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam in. Bertekên li dijî êrişan li çar aliyên cîhanê her ku diçe zêde dibin. Baba Şêx Elî Şêx Elyas jî têkildarî êrişan peyamek parve kir. 
 
Baba Şêx, di peyama xwe de wiha got: “Em bi fikarek mezin pêşketinên leşkerî ya berdewam dişopînin. Daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlehiyê, Yekitiya Ewropayê, Vatîkan, Fransa, Brîtanya û hemû welatên bi bandor, her wiha rêxistinên navdewletî dikim ku berpirsyartiyên xwe yên yasayî, exlaqî û mirovî bicih bînin. Tevdîrên bilez û cidî ji bo pêşîlêgirtina dijminahiyan bigrin. Pêwîste sivîl werin parastin. Pîvanên yasayên navdewletî û yasayên mafên mirov werin bicihanîn.”
 
Di beşek din a peyamê de hatiye gotin ku divê tevayî pêkhate û baweriyên li herêmê bi taybetî jî Êzidî, Mesîhî û Kurdên Misilman werin parastin.