Li Kobanê berxwedana gel: Rojnamegerê li bajar rewşa dawî ragihand

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Ozgur Avzem têkildarî rewşa dawî ya li Kobanê agahî da û got ku ji saetên şevê ve pevçûnên dijwar diqewimin û derbên giran li êrişkaran hatine xistin. Avzem, got: “Gelê bajêr li dora şervanan civiyaye û li bendê ye ku gelê Bakur sînoran derbas bike.” 
 
Bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdisatnê, niha ji hêla HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ve hatiye dorpêçkirin. Komên li gorî Şamê tevdigerin, ceyran û ava bajêr qut kirine. Her wiha di êrişên dawî de zirar gihişt înterneta bajêr jî. 
 
Hem gelê bajêr hem jî şervan li dijî dorpêçê bi baldarî tevdigerin. Di saetên derengiya şevê de li ser hinek gundan êriş hatin klirin û piştî bersiva wan hat dayin, ev kom neçar man ku xwe vekişînin. 
 
REWŞA DAWÎ ÇI YE?
 
Rojnameger Ozgur Avzem ku li Kobanê dimîne, têkildarî rewşa dawî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Avzem, "Duh di saetên şevê de li gundên Qube Cadê û Mexrecayê pevçûn didomiyan. Saet dora 03.00’yan, çeteyan derbên giran xwar û xwe paşve kişandini. Bi taybet jî di pevçûnên li Çelebiyê de çeteyan windahiyên mezin dan.” 
 
Di berdewamê de Avzem ev agahî da: “Lêbelê li gorî agahiyên me girtine, hêzên xwe kom dikin û dixwazin dîsa êriş bikin.” 
 
'HEMÛ ÊRIŞ HATIN ŞIKANDIN’
 
Avzem, da zanîn ku êrişên duh hatin kirin hatine şikandin û wiha domand: “Gelek wesayîtên bizirx hatin îmhakirin û bidestxistin. Duh bi şev li gundê Hamdunayê jî pevçûn hebûn. Ev pevçûn heta saet 03.00’ê berdewam kirin. Li wir jî gel û şervanan bi hev re li dijî êrişan li ber xwe da.” 
 
Avzem, got ku êrişkaran li gundê Ereban ê Qube Cadê gelek sivîl qetil kirine. 
 
PLANA DORPÊÇKIRINÊ YA JI SÊ MILAN VE
 
Avzem, daxuyand ku tê xwestin ku Kobanê ji sê milan ve were dorpêçkirin û wiha got: “Dixwazin li milê Çelebî, Qube Cade û Şêxlerê pêş bikevin. Lêbelê şervan, li vir operasyonên serkeftî li dar dixin û nahêlin çete serê xwe rakin.” 
 
XWEPARASTINA REWA
 
Avzem, got ku li bajarokê Sirrînê jî pevçûnên dijwar diqewimin û ber bi saetên serê sibehê ve bêdengî serwer e. Avzem, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şam, hêj bi biryara xwe ya ‘agirbestê’ jî nake. Şervan jî di çarçoveya xweparastina rewa de besivê didin êrişan.” 
 
BENDEWWARIYA KOBANÊ YA JI GELÊ BAKUR 
 
Rojnameger Avzem, got ku birîna avê û ceyranê di nava gel de rê li ber hêrseke mezin vekiriye û ev tişt anî ziman: “Ev rewş dê rê li ber karesaetekî mirovî veke. Bi taybet jî pêdiviyên gel ên jiyanî hedef tên girtin. Lêbelê tevî vê jî gel li dora şervanên xwe ye. Bendewariya wan a ji gelê Bakur ew e ku bên ser xeta Kobanê-Pirsûsê. Di daxuyaniyên li vir de bang ji bo gelê Bakur heye. Dixwazin sînoran derbas bikin û di eniyên berxwedanê yên Kobanê de cih bigirin.” 
 
DÊ KOBANÊYÎ LI SER SÎNOR BIN
 
Avzem, got ku gelê Kobanê tax bi tax kolan bi kolan nobetê digire û bal kişand ser meşa ku dê îro li Pirsûsê were lidarxistin. Avzem, wiha got: “Gelê Kobanê dê saet di 13.00’ê de biçe ser sînorê Pirsûsê.”