Helo Pênciwênî yê YNK’î piştgirî da HSD’ê

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê berê yê Serkirdayetiya YNK’ê Helo Pênciwênî li ser Rojava peyamek parve kir û piştgirî da berxwedana HSD’ê. 
 
Endamê berê yê Serkirdayetiya Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Helo Pênciwênî, der barê rewşa rojavayê Kurdistanê peyamek ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û şervanan re parve kir.
 
Helo Pênciwênî di peyama xwe de wiha got: “Hevrê û hevalê heskirî General Mazlum û hevalên qehreman, dil û ruhê min bi were ye. Ez li rewşa we û şervanên we yên qehreman dipirsim. Hûn bûne Gîvarayê Kurdan, we bi dehan destan û çîrokên dîrokî nivîsandine. Şehîdên nemir stêrkek geşin li asîmanê Kurdistanê. Hunê carek din mizgêniya serkeftinê ji bo gelê me bidest bixin. Em ji aqilmendî, aramî û wêrekiya we bihêvîne ku hunê vê qonaxa zehmet jî derbas bikin.
 
Têkoşîna we cîhan û mirovahiyê matmayî hişt, poz û çavên berjewendîxwazan şikand, we peyama herî ciwan a Kurdayetiyê bi cîhanê nasand. Hun û hevalên we parêzerên rastîn yên Kurdên Rojavane. Colanî jî xizmetkarên xelkê ne. Ew heta niha jî mîna Ebo Lehebin. Suç û xiyanet di xwîna wan de heye.”