Bi hezaran jinan pora xwe vehand: Sembola bîr û berxwedanê ye

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Reqayê keziyên şervaneke jin hatin birîn û teşhîrkirin. Li ser vê yekê bi hezaran jinan li ser platformên medyaya dijîtal bi vîdeoyên parve kirin re bertek nîşan dan, keziyên xwe vehandin û peyama “Pora me, sembola rûmet, bîr û berxwedanê ye” dan. 
 
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Komên paramîlîter, li her cihê diçinê sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Bi taybet jî jinan hedef digirin. Di êrişên ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de cenazeyê jineke şervan ji avahiyê hate avêtin û îşkence lê hate kirin. Li hêla din, li Reqayê jî keziyên şervaneke jin a li Reqayê dîl hatibû girtin hate jêkirin û li ser hesabên medyaya dijîtal hatin parvekirin. 
 
Li ser vê yekê, jinan li ser hesabên medyaya dijîtal piştgirî dan şervanên jin, pora xwe vehandin û bi dîmenên parvekirin re piştgirî dan şervanan. Jinan, di parvekirinên xwe de gotin ku keziyên jinên Kurd sembola rûmet, bîr û berxwedanê ne. 
 
Jinan, di vîdeoyan de anîn ziman ku li şûna her keziya tê birîn dê bi hezaran kezî bên vehandin. Her wiha gotin ku vehandina keziyan dê bibe piştgiriya berxwedana Rojava. 
 
Pêşkeşvanên jin jî li ser TV’yan pora xwe ya vehandî birîn û bertek nîşan dan.